MLKP Rojava: Em tevlî pêngava Hol dibin

Rêxistina MLKP Rojava da xuyakirin ku ew ê beşdarî pêngava li herêma Holê bibin.

Rêxistina MLKP Rojava da xuyakirin ku ew ê beşdarî pêngava li herêma Holê bibin.

Rêxistina MLKP Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, ku weke şervanên MLKP'ê ew ê di nava pêngava stratejîk a Hol a li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst tê meşandin de cih bigirin.

'EM Ê HESABÊ ŞENGALÊ, ENQEREYÊ Û PIRSÛSÊ BIPIRSIN'

Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Ji bo serketina Şoreşa Rojava, pêşîvekirina li azadiya Êzidiyên li Şengalê û pirsîna hesabê komkujiyên Pirsûs, Amed, Enqere û hemû komkujiyê din, şervanên me bi biryardarî û fedekariyeke mezin, hem ji Şengalê, hem ji baskê Hesekê hem jî bi pêkhateyên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal re, tevlî vê pêngava li eniya Til Hemîsê dibin.

Fermandar û şervanên me yên bi navê Tabûra Şehîd Serkan cihê xwe di koordîneyê de jî digirin, bi giştî bi hêzeke ji tabûrekê ji bo serketina vê pêngavê şer dikin.

Şervanên me yên jin û mêr, tevî YPG, YPJ û pêkhateyên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal, yek ji navendên stratejîk ên çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst, herêma Holê azad dikin. Şervanên me yên ku bi azadkirina bi dehan gund û gundikan re tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêş ve diçin, mizgîniyê didin ku azadiya Şengalê nêz e."

'EM Ê BI LÊDANA DERBEKE GIRAN WAN TÊK BIBIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê derbeke mezin li dûvikê faşîzma AKP'ê û dewleta Tirk bûrjûva çeteyên DAIŞ'ê bixin û bi pêngava Holê re wan têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê vê serketinê diyarî şehîdên xwe yên li Amed, Pirsûs û Enqereyê û gelên Rojava yên xizan û bi rûmet bikin."