BI DÎMEN

Çira Şengal FM wê bibe dengê berxwedanê

Li Çiyayê Şengalê qenaleke radyo ya bi navê Çira Şengal FM vebû. Çira Şengal FM dixwaze çîroka berxwedanê ya bi Fermana 73'an re destpê kir vebêje û bibe dengê Êzidiyatiyê.

Li Çiyayê Şengalê qenaleke radyo ya bi navê Çira Şengal FM vebû. Çira Şengal FM dixwaze çîroka berxwedanê ya bi Fermana 73'an re destpê kir vebêje û bibe dengê Êzidiyatiyê.

Çira Şengal FM li ser frekansa 93.8 weşanê dike û li tevahiya Êzîdxanê, li bajarên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, kampa Newrozê û li navçeya Şirnex Silopiyayê dikare lê bê guhdarîkirin.

'ÇIRA ŞENGAL WÊ BIBE DENGÊ ÊZIDIYAN'

Ji xebatkarên jin ên radyoyê Gulîstan Hesen da xuyakirin ku ew dixwazin di demeke kurt de serketiyekê bi dest bixin û diyar kir ku navê Çira Şengal wê di demeke kurt de bikeve nava mala gel û gel ronî bike. Hesen ragihand ku ji bo vê yekê çi ji destê wan bê ew ê bikin, ew ê hewl bidin rastiya Êzidiyatiyê vebêjin û heta dawiyê xizmetê ji biratî û gel re bikin.

'EM Ê NEHÊLIN DÎROKA ÊZIDIYATIYÊ BÊ JI BÎR KIRIN'

Xebatkareke din a jin a radyoyê Almas Hecî jî, ji bo ji bîr nekirina dîroka Êzidiyatiyê bal kişand ser girîngiya vê radyoyê û got, "Çira Şengal FM dixwaze dîroka Êzidiyatiyê vebêje. Bi vî karî re em dixwazin dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê û rewşa heyî ya civaka Êzidî vebêjin." Almas Hecî da xuyakirin ku Çira Şengal FM wê bibe dengê berxwedanê û destnîşan kir ku ji bo di azadkirina Şengalê de roleke girîng bilîze, ew ê xebatên xwe bidomînin.

'EM Ê BERXWEDANÊ VEBÊJIN'

Xebatkarê radyoyê yê bi navê Mûrad Xalid da zanîn ku ew dixwazin berxwedana piştî fermanê derket holê vebêjin û destnîşan kir ku anî ziman Çira Şengal FM serketina civaka Êzidî ye. Xalid ji her kesî xwest, ku xwedî li vî karî derkevin.

'DIRÛŞMÊN LI SER BERXWEDANÊ TÊ BIKARANÎN'

Çira Şengal FM di weşana xwe de dirûşmên çanda berxwedanê ya piştî fermanê yên weke "Dengê Çira Şengal FM dengê berxwedana Şengalê ye", "Çira Şengal dengê Êzîdxanê ye", "Ji dengê Çira Şengalê em berxwedana Şengalê silav dikin", "Werin em bi hev re pêşî li fermanan bigirin" tên bikaranîn.

...