DBP: Agahî ji Farqînê nayê!

Rêxistina DBP’ê ya Amedê têkildarî bûyerên li navçeya Farqînê daxuyaniyek weşand.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê têkildarî bûyerên li navçeya Farqînê daxuyaniyek weşand.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand kiyar kir ku qedexeya derketina kolanan a li taxên Tekel, Konak, Mescît di roja duyemîn de didome.

Di daxuyaniyê de cih dan agahiyên gelê navçeyê, hate ragihandin ku kesê bi navê Fîkrî yê li Taxa Konak a li Farqînê ya qedexeya kolanan li ser heye dimîne, gotiye ku ji duh êvarî ve helîkopter li ser taxê geriyane û li ser taxan gule reşandine.

'AGAHÎ NAYÊ GIRTIN; BILA TAVILÊ QEDEXE BÊ RAKIRIN'

DBP’ê destnîşan kir ku ji ber ketin û derketinên taxan hatiye qedexekirin, di encama gulebarana helîkopteran de mirin an jî birîndar hene yan tineye, ti agahî nayê girtin. Hate gotin ku gel bi fikar e û pêwîst e qedexeya kolanan tavilê bê rakirin.

HEYETÊ BERÊ XWE DA NAVÇEYÊ

Li taxên qedexeya kolanan didome, dorpêça leşker û polîsan jî zêde dibe. Ji bo bûyerên li navçeyê lêbikolin û pêşiya pevçûnan bigirin, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, Hevşaredarên DBP’ê yên Navçeyê, endamên KCD’ê û nûnerên saziyên civaka sivîl berê xwe dan navçeyê.