‘Li Farqînê provaya komkujiyê heye divê bi lezgînî mirov biherikin vir’

Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja xwe ya duyemîn de ye. Wekîla Hevşaredarên Farqînê Tekîner got; “Agahiya me nîne çiqas mirov mirine” û banga lezgîn li raya giştî û bijartiyan kir.

Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja xwe ya duyemîn de ye. Wekîla Hevşaredarên Farqînê Tekîner got; “Agahiya me nîne çiqas mirov mirine” û banga lezgîn li raya giştî û bijartiyan kir.

Li navçeya Farqîn a Amedê piştî qedexeya kolanan ev du roj in didome taxên Mescît, Tekel ve Konak tên topbarandin.

Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekîner got ku tîmên taybet li Farqîna ku bi mehane di bin dorpêçê de ye provaya komkujiyeke mezin dikin. Tekîner bang li bijartiyan kir ku werin Farqînê.

‘TOPBARAN DIDOME; ÇIQAS MIROV MIRINE EM NIZANIN!’

Tekîner anî ziman ku serê sibehê saet 03:00 topbaranê destpê kiriye wiha dewam kir: “Pevçûnên li Farqînê didomin, topbaranên li hember taxên Mescît, Tekel ve Konak ji saet 03:00’an didomin. Agahî gihişt me ku ji ber topbaranê zarokek rakirine Nexweşxaneya Lêgerînê ya Amedê. Lê der barê aqubeta zarokê birîndar de heta niha ti agahî neketiye destê me. Li taxên ku niha pevçûn hene elektrîk û av hatiye qutkirin. Ji ber qedexeya derketina kolanan destûr nadin em jî bikevin taxan. Ev tax tevî hemû êrîşan jî sikûneta xwe didomînin. Me xwest ji bo ev qedexeya kolanan bê rakirin em bi qeymeqam re biaxivin, lê telefona xwe girtine. Li Farqînê, serê tevahî taxan panzer hatine bicihkirin û heta niha bê çend mirovan jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne, ti agahiya me jê çênabe.”

LI RAYA GIŞTÎ Û KESÊN BIJARTÎ BANGA LEZGÎN

Tekîner banga hişyariyê li raya giştî û kesên bijartî kir û wiha got: “Berevajî, li Farqînê provaya komkujiyek mezin tê kirin. Pêwîst e kesên bijartî jî di vê mijarê de rolek aktîf bilîzin. Sibê eger gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, ne pêwîst e tevlî merasîma cenazeyê wan bibin, bila neyên. Ji bo pêşîgirtina mirinan mirovan, pêwîst e ji niha ve biherikin Farqînê.”