Gerîlayê HPG’ê Torsûn li cem birayê xwe yê şehîdê Kobanê hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Înan Torsun (Têkoşer Gever) yê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li bajaroka Bajêrgê ya Geverê hat definkirin.

Gerîlayê HPG’ê Înan Torsun (Têkoşer Gever) yê di şerê 24'ê Tebaxê li Elkê jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Bajêrgê hat definkirin. Piştî ku malbata Torsun cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt ji bo definkirinê anî navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Torsun ji aliyê hezaran welatiyan ve li ser Pira Şakîtan hat pêşwazîkirin û konvoya Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî têde ber bi bajaroka Bajêrgê bi rê ket.
Piştî cenaze gihîşt şehîdgehê ji bo cangoriyan deqeyek rêz hat girtin û cenazeyê Torsun cem birayê wî yê di 20'ê Cotmehê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû Rojhat Kurdistan hat definkirin. Dayika Torsun Hemide Torsun diyar kir ku du kurê wê şehîd bûne û ev tişt anî ziman: "Du kurên min bûne şehîdên azadiyê. Birîna dilê min giran e wê kî birîna dilê min derman bike. Cihê min jî cem zarokên min bihêlin."
Di merasîmê de Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan axivî. Zeydan hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got ku ew bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Zeydan diyar kir ku ji malbata Torsun 2 şehîd hene û anî ziman ku êdî gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe.
Piştî merasîma cenazeyê Torsun girse vegeriyan Geverê.