Operasyona hêzên HSD'ê didome
Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji hêzên HSD'ê dixwin, erdê ku neçar dimînin biterikînin, vediguherînin erdê mirinê.
Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji hêzên HSD'ê dixwin, erdê ku neçar dimînin biterikînin, vediguherînin erdê mirinê.
Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê, bi xurtî dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê erdê ku dagir kirine ji dest berdidin û direvin. Hat ragihandin ku çete ji bo operasyonê lawaz bike, li erdê terikandine gelek mayîn çandine.
Tevî vê yekê jî hêzên HSD'ê her bi pêş ve diçin. Çavkaniyên ji HSD'ê ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li gundê Qerya Sagira yê 15 kîlometre li başûrrojavayê Til Berakê ye, bi qasî 500 mayînên dema mirov pê lê dike diteqin, çandine.