Dogan û Çetîn ji aliyê bi deh hezaran ve hatin oxirkirin
Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) ê duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) ê duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) ê duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên ciwanên Kurd Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) ên li navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatin qetilkirin, piştî otopsiyê ji nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin wergirtin û ber bi navçeyê ve hatin birêkirin. Cenaze li ser Pira Şakitan, ji aliyê konvoyeke ji sed wesayîtî ve hatin pêşwazîkirin.
Bi hezaran kesên li sûka navçeyê ya ku dikan lê nehatin vekirin kom bûn, ji kolan Cengîz Topel heta Mizgefta Mehmet Şerîf Kûtlar meşiyan. Girseya gel a ku bi ewlekariya ciwanan meşiya, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Deşta Geverê, hêlîna Apoyiyan" û "Şehîd Namirin" qîriya. Meşvanan lenet li komkujiyê anîn.
Di merasîma cenaze de malbatên ciwanên di nava 3 mehên dawî de li navçeyê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî amade bûn. Li dû wecîbeyên olî, beşdarên merasîmê darbestên bi rengên kesk, sor û zer hatibûn pêçandin hildan ser milan û anîn Şehîdgeha Ormanê. Di merasîma cenaze de hevsera Dara ya ducanî û pitikê wan ê 6 mehî Eyup jî amade bûn.
'ŞEHÎD ŞEHÎDÊN ME HEMÛYAN E'
Li dû veşartina cenazeyan, deqeyek rêz hat girtin û piştre 21 caran gule ber bi hewayê ve hat teqandin. Parlamenterê HDP'ê Zeydan dûre peyivî û anî ziman ku yên komkujî kirine bêwijdan in. Zeydan bang li tevahiya gel kir ku bi heybetî xwedî li ciwanan derkeve. Li ser navê malbatê apê Dara Ahmet Dara peyivî û ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Dara got, "Şehîd şehîdên me hemûyan e." Bavê Dogma Ekrem Dogma jî got, "Bila serê me hemûyan sax be. Bijî Serok Apo."
Li dû axaftinan girseya gel, ji bo cenazeyê gerîlayê HPG'ê Înan Tûrsûn (Têkoşer Gever) ê li Elkê di şer de jiyana xwe ji dest da û wê li Bajêrgehê wê veşartin pêşwazî bike, berê xwe da Pira Şakitanê.