DBP'ê bang li gel û saziyan kir: Em îro li Balikçilarbaşi bicivin

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê, li ser bûyerên li navçeya Sûrê diqewimin bang kir.

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê, li ser bûyerên li navçeya Sûrê diqewimin bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Polîsên tevgera taybet, ji duh êvarê û vir ve dor li navçeya me Sûrê girtine û îro danê sibehê dest bi êrîşêkirin. Tîmên tevgera taybet bi desteka helîkopteran êrîşî welatiyên sivîl kirin û li gelek nuqteyan wesayîtên zirxî bi cih kirin. Ji danê sibehê û vir ve bi sedan polîs, bi dehan toma akrep û wesayîtên din ên polîsan li navçeya me Sûrê hatine bicihkirin."

'EM LI BALIKÇILARBAŞI BICIVIN'

Di daxuyaniyê de, ji bo pêşîgirtina li êrîş û mirinan, bang li gel û saziyan hat kirin ku îro (6'ê Mijdarê) saet di 14:30 de li taxa Balikçilarbaşi ya navçeya Sûrê bicivin."