Tecrîda li ser Ocalan li Freîbûrgê hat şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke meşaleyî hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke meşaleyî hat lidarxistin.

Meşa bi meşaleyan ji aliyê Ciwanên Azad-Freîbûrgê ve hat lidarxistin û bi sedan ciwan beşdar bûn.

Girseya gel a li Kartoffelplatzê civiya, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Ciwanên ku meşale, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hildan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî Berxwedana YPG'ê" qîriyan.

Di meşê de girtin û zexten li Elmanyayê yên li hemberî siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin.

Korteja meşê piştre careke din li Kartoffelplatzê vegeriya û li vê derê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin.

Girseya gel piştî deqeyek rêzgirtinê belav bû û dawî li çalakiya xwe anî.

...