Bîlançoya 6 rojan a operasyona HSD’ê: 196 çete hatin kuştin
HSD’ê bîlançoya şer a 6 rojan a pêngava li başûrê Hesekê dane destpêkirin aşkera kir. Di pêngava 6 rojan a HSD’ê de herêmeke 350 kîlometre ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê bi armanca azadiya gelên Sûriyeyê 31’ê Cotmeha 2015’an li hember herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de pêngava azadkirinê dan destpêkirin.
HSD’ê têkildarî operasyona 6 rojan a li bejahiya başûrê Hesekê daxuyaniyeke nivîskî weşand bîlançoya şer aşkera kir. Di operasyona şeva 30’ê Cotmehê bi 31’ê Cotmehê ve girêdide heta niha ji herêmeke 350 kîlometre çete hatin paqijkirin. Li başûrê Hesekê û derdora bajaroka Hol 36 gund, 10 gundik, 2 fabrîkayên gazê, 2 kanên keviran û hin qereqolên nêzî sînor ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.
Bîlançoya şerê 6 rojan wiha ye:
Di pevçûnên 6 rojan de 196 çete hatin kuştin. Ji wan 99 çete di pevçûnan de ji aliyê HSD’ê ve hatin kuştin. 79 çete jî ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve hatin kuştin.
Di van pêvajoya 6 rojan de çeteyên DAIŞ’ê 11 caran bi wesayîtên bombebarkirî û 2 caran jî bi çalakiyên xwekuj êrîş kirin. Yek ji êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî li gundê Etşan ê li bakurê bajaroka Holê pêk hat. di encama çalakiyê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di operasyona 6 rojan a HSD’ê de cebilxaneya aîdî çeteyan a ket destê HSD’ê de wiha ye:
2 Doçkayên 14.5 û 200 guleyên wê, doçkayeke 12.5’ û 400 guleyên wê, 5 RPG (B7) û 8 guleyên wê, 5 BKC û hezar û 325 guleyên wê, 11 keleşnîkof û 2 hezar guleyên wê, rextek û 500 mayîn, 2 motorsîklet, wesayîteke bombebarkirî, bêtêlek û gelek kelûpelên leşkerî ketin destê HSD’ê.
6 wesayîtên çeteyan, hawanek û fuzeyeke Konkors hatin îmhakirin.
Di operasyonê de yek jê Kanadayî û yek jê Ereb 13 şervanên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan.