Komungeha "Şehîd Lorens Eswed" li Hesekê hat vekirin

Li taxa Eskerî ya Hesekê, Komungeha "Şehîd Lorens Eswed" a ji 15 komunan hat vekirin.

Li taxa Eskerî ya Hesekê, Komungeha "Şehîd Lorens Eswed" a ji 15 komunan hat vekirin.

Komungeh bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîmê de tevî bi dehan kesan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên saziya malbatên şehîdan amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Dûre bavê cangorî Lorens Eswed, Şêx Kine mafê axaftinê girt û vekirina komungehê li welatên taxê pîroz kir.

Piştî axaftinan dayika Lorens Eswed Fulê Elêwî komungeh vekir. Merasîma vekirina komungehê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...