Nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê aşkera kir.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wiha ye: “Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava dimeşînin roj bi roj geş dibe û armancên parastina xakê û gelên herêmê ji hêzên tarî û xwînmij bi cih tîne.
Divê baş were zanîn ku ev berxwedan û serketin bi saya şervanên qehreman û fedakar pêk hatiye û pêşve diçe. Şervanên mîna Şehîd Bêrîtan û Şehîd Polat ên di qada şer de berxwedanek bêhempa dan meşandin û derbeyên herî giran li dijminê hov û tarî xistin.
Em wek rehavalên van her du lehengan soz didin ku ew wê rêberên me yên rastiyê bin û em ê şopa wan bigrin heya serketinê û azadiyê.
Şehîd namirin, ew Rêberê me ne.
Nasnameye Şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bêrîtan Dêrsim
Nav: Dêrsim Elî Ebdulah
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Salih
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê Hol 02-11-2015
Nasnav: Polat Rojava
Nav: Hesen Oso
Navê Dayikê: Keskê
Navê Bav: Casim
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê Til Xenzîr 09-03-2015