HSD bi pêş ve diçin: 3 gundên din hatin rizgarkirin

Di çarçoveya pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêş ve diçin. Hêzên HSD'ê bi rizgarkirina 3 gundên din re xwe nêzî Heqilê Teşrîn ê petrolê kirin.

Di çarçoveya pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêş ve diçin. Hêzên HSD'ê bi rizgarkirina 3 gundên din re xwe nêzî Heqilê Teşrîn ê petrolê kirin.

Pêngava Hêzên Suriyeya Demokratîk a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berdewam dike. HSD'ê, şevê din jî li derdora Gola Xatuniyê piştî şerekî dijwar gundê Siwêfat ê li başûrê û li bakur-rojhilatê Gola Xatuniyê û Holê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hate zanîn, di şer de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin cenazeyê 2’iyan ji wan di destê şervanên HSD’ê de ne. Her wiha 2 çekên BKC, yek  RBG û hin alavên din ên leşkerî hatin bidestxistin.

Li ser rêya Hesekê-Holê jî gundê Elî Hesen ku çeteyên DAIŞ'ê ji vir bi fuzeyan êrîşî çeperên HSD’ê dikir, ji çeteyan hat rizgarkirin. Her wiha, li bakur-rojavayê Holê jî, şervanên HSD’ê piştî rizgarkirina gundê Dawidiyê, ber bi ava Xabûrê ve pêş de çûn û gundê Hiniş ji çeteyan rizgar kirin. Li wir fuzaya konkors û wesayîteke ji bo teqandinê hatibû amadekirin ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin rûxandin. 2 Kilaşnikov û 7 cercûrên wê, yek RBC û 9 rokêtên wê, her wiha hezar û 600 guleyên BKC jî  hatin desteserkirin.

Piştî operasyona 7 rojan, şervanên HSD’ê 3 km nêzî Heqilê Tişrîn yê petrolê ku dikeve ser rêya Hesekê-Hol bûn.

Operasyona şervanên HSD'ê dewam dike.