Tîmen taybet li Farqînê malan dişewitînin

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan didome, tîmên taybet dest bi şewitandina malan kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan didome, tîmên taybet dest bi şewitandina malan kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan didome. Tîmên taybet li taxên Tekel, Mescît û Konak ku ev 4 roj in bi bombe û çekên giran êrîş dikin, dest bi şewitandina malan kirin. Li Taxa Tekel ji ber şewitandinê ji malan dûman bilind dibe, mirov bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin. Kesên li Taxê diyar kirin ku ger agir neyê temirandin wê tevahî tax bişewite.