Li Sûrê dîmenên OHAL’ê

Navçeya Sûr a Amedê ji duh êvarî ve di bin dorpêça leşker û polîsên Tirk de ye. Tevî ku li navçeyê qedexeya kolanan nehatiye îlankirin jî, pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) lê hene.

Navçeya Sûr a Amedê ji duh êvarî ve di bin dorpêça leşker û polîsên Tirk de ye. Tevî ku li navçeyê qedexeya kolanan nehatiye îlankirin jî, pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) lê hene.

Navçeya Sûr a Amedê ji duh êvarî ve di bin dorpêça artêşa Tirk de ye. Li navçeya qedexeya kolanan nehatiye îlankirin, pêkanînên OHAL’ê didin jiyîn. Di ketin û derketina navçeyê de barîqatên polîsan hene. Barîqat mudaxeleyî ketin û derketina gelê sivîl nakin, ketina wesayîtên sivîl tên astengkirin. Li Qereqola Çarşi ya navenda navçeyê, kombûna leşkerî didome.

Li derdora qereqolê bi dehan wesayîtên zirxî yên akrep, ûral û kobra, her wiha TOMA û wesayîtên polîsan ên sivîl hatin bicihkirin. Li ser navçeyê her tim helîkopter digere, li ser avahiyên bilind sekvan hatine bicihkirin. Tevî li bajar qedexeya kolanan tineye jî, sekvanên li ser avahiyên bilind hatine bicihkirin gelê derdikeve kolanan dikin hedef, gel nikare derkeve kolanan. Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû û Bazara Yogûrt pevçûnên dijwar diqewimin.