Irmak: AKP'ê ji bo bidawîkirina bêçalakîtiyê her tişt kir

Parlamentera HDP'ê ya Colemêgê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak da xuyakirin, ku hikûmetê ji bo rewşa bêçalakîtiyê biqedîne, çi ji dest hat kiriye.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêgê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak da xuyakirin, ku hikûmetê ji bo rewşa bêçalakîtiyê biqedîne, çi ji dest hat kiriye.

Irmak bidawîkirina rewşa bêçalakîtiya yekalî, ji ANF'ê re nirxand.

Irmak diyar kir, ku ji ber bidawîbûna bêçalakîtiyê ew xemgîn in û got, "Me dixwest ev rewşa bêçalakîtiyê bidome, lê belê dewletê li şûna ku bersivê bide, ji bo KCK bêçalakîtiyê biqedîne, çi ji dest hat kir."

Irmak da xuyakirin, ku 1'ê Mijdarê jî di nav de hikûmetê şîdet û terora xwe bidawî nekiriye, operasyon li dû operasyonan pêk aniye û ev yek ji bo bidawîkirina bêçalakîtiya yekalî bi zanebûn kiriye. Irmak got, "Hikûmet şer dixwaze, ne aştî." Irmak got, "Ji hikûmetê heye, ku bi qelibandina maseya çareseriyê re wê karibe pirsgirêka Kurd bi şîdet û polîtÎkayên ewlekariyê çareser bike. Ev yek xwe xapandin û şaşîtî ye."

'DI BIDAWÎBÛNA BÊÇALAKÎTIYÊ DE PARA RCS Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK JÎ HEYE'

Irmak di vê mijarê re, helwesta Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) jî rexne kir û anî ziman ku di bidawîbûna bêçalakîtiya yekalî de para RSC û raya giştî ya demokratîk jî heye. Irmak bibîr xist, ku RCS û raya giştî ya demokratîk ji bo wergirtina biryara bêçalakîtiya yekalî timî bang li KCK'ê kirin û got, "RCS'yan, destpêkirina operasyonan bi KCK'ê ve girê dan û rewşeke welê afirandin ku 'eger KCK bêçalakîtiya yekalî îlan bike wê şer biqede'. KCK'ê bersiv da van bangan û mîna gelek caran, ji bo tevkariyeke erênî li pêkhatina hilbijartinan bike, biryara bêçalakîtiya yekalî wergirt. Lê belê ji wê rojê û pê ve, ji bilî çend daxuyaniyên biçûk, ji hikûmet û dewletê re tiştek nehat gotin. Nêzîkatiyeke ku di vî warî de zextê li hikûmetê bike nehat nîşandan. Bi qasî ku bi ser KCK'ê de çûn, eger bi ser hikûmetê de ji bo rawestandina operasyonan biçûna, rewşa îro wê cuda bûya. Lê belê ev zext nehat kirin."

'HETA EM BIBIN XWEDÎ STATU Û REJÎMA ZORDAR BIGUHERÎNIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Irmak diyar kir ku gelek derdor li bendê ne gelê Kurd mîna mîhê serê xwe dirêjî ber kêrê bike û destnîşan kir, ku ev bendewarî pûç û vala ye. Irmak anî ziman ku gelê Kurd weke duh wê îro jî li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe bide û got, "Em ti carî nebûn alîgirê şer, em ê nebin alîgirê şer. Xwîn ji bêvila mirovekî bi tenê jî bê, ev yek ji bo me cihê dilşewat û xemgîniyê ye. Lê belê heta ku em statuyekê bi dest bixin û vê rejîma zordar biguherînin, bi hemû sazî û gelê xwe re bêguman em ê li ber xwe bidin."

BI GOTINA 'MÛXATABÊ ME BI MÎLYONAN E' RE REWŞEKE BÊMÛXATABIYÊ DIAFIRÎNIN

Irmak şîroveyên 'pêvajoya çareseriyê wê bêyî PKK û bêyî HDP'ê bê meşandin' nirxand û destnîşan kir ku ev helwest û nêzîkatiya hikûmetê bi xwe re ti encaman nayne. Irmak bibîr xist ku AKP'ê ji destpêkê ve gelek caran da xuyakirin ku mûxatabê wan ne HDP ye, bi mîlyonan e û got, "Eger li ser pêvajoyeke çareseriyê tê axaftin, hingî rê û rêbazên vê li gorî mînakên cîhanê hene. Ev rêbaz çi ne? Lîder û organîzasyonên siyasî yên ku girseyê temsîl dike, mûxatab tên girtin. Li dora maseyekê dicivin û ji bo lihevkirineke civakî xebat tê meşandin. Niha radibin dibêjin, 'bi mîlyonan mirov mûxatabê me ne'. Kîjan mîlyon? Ev yek bi awayekî vekirî tê wateya afirandina rewşeke bêmûxatabiyê. Tê wateya; 'me çareserî betal kir, em neçareseriyê weke çareseriyê pêşkêş dikin."

'KÎ ÇARESER NEKE, WÊ BI XWE JI HOLÊ RABE'

Irmak bal kişand ser daxuyaniya berdevkê hikûmetê Omer Çelîk ku digot 'Heta sîstema cemaweriyê neyê rûniştandin wê vegera li pêvajoya çareseriyê nebe' û gotina Yalçin Akdogan a 'Heta çek di bin betonê de neyê definkirin wê neyê axaftin' û destnîşan kir ku li pişt van gotin û daxuyaniyan neçareserî û konsepta şer heye.

Irmak da zanîn ku hemû demên pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û vîna çareseriyê hatiye astengkirin, demên hatine windakirin e û got, "Kî li pêşiya vîna çareseriyê bûye asteng û neçareseriya pirsgirêka Kurd ferz kirine, ew bi xwe ji holê rabûne. Kê çareserî nekiriye, ew bi xwe ji holê rabûye. Tirkiye tije siyasetmedarên bi vî rengî ye. Bawerim aqûbeteke bi vî rengî li pêşiya AKP'ê jî heye."

BERIYA DOZA 9'Ê MIJDARÊ IRMAK BANG LI RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ KIR

Hevseroka KCD'ê beriya doza 9'ê Mijdarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ev bang li raya giştî ya Ewropayê kir:

"Eger xwedî sîstem û mantalîteyeke demokratîk bin, hingî divê herikîna vê dozê bi awayekî din be. Beriya her tiştî dewleta Yewnanîstanê deyndarê gelê Kurd de ku lêborînê bixwaze. Ji ber ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd û xapandinê re bûye hevparê komployê. Têkiliyên dostaniyê bi vî rengî rastî xiyanetê hatine. Vî deynê xwe yê lêborînê, bi dadgeheke adîl dikare bide. Ji bo vê jî girîng e Birêz Ocalan bi xwe biçe dadgehê. Lê mixabin ev şert û merc nehatin afirandin. Ji ber tecrîda giran, nikare parastinekê jî bike. Ji ber vê yekê dixwazim bala raya giştî ya demokratîk bikişînim ser vê xusûsê. Mafê parastinê bi qasî mafê jiyanê pîroz e. Eger mirovek nikare xwe biparêze, hingî ne pêkane ku mirov behsa darizandineke adîl bikin." 

Irmak bang li gelê Kurd jî kir û xwest, di wê rojê de bi berpirsyarî tevbigere. Irmak got, "Mafdarî têrê nake, girîng ew mafdarî bi rêxistinbûyînê were nîşandan."