Rêya Hol-Xatûniyê ket bin kontrola hêzên HSD'ê

Hêzên HSD'ê rêya di navbera Hol û Xatûniyeyê xistin bin kontrola xwe. Di pêngava HSD'ê de 2 gund û 2 gundikên din jî hatin azadkirin, 2 jê serçete 16 çete hatin kuştin.

Rêya stratejîk a di navbera Hol û Xatûniyeyê, ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku derbên mezi dixun, hewl dan ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî şervanên HSD'ê bikin, lê wesayît ji aliyê hêzên HSD'ê ve hate rûxandin.

Di encama şer û pevçûnên li herêmê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundên Ennezla û Şerabiyîn ên li başûrê Hesekê tevî du gundikan ji çeteyan rizgar kirin. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin di nava wan de du serçete (emîr) hebûn. Serçeteyên li derdora Xatûniyê hatine kuştin yek ji wan Ebû Xettab El-Iraqî û yê din jî Ebû Xalid El-Tûnisî ye.

Îro danê sibehê jî di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di encamê de 5 çete hatin kuştin. Çeteyan hewl dan ku bi awayekî întixarî êrîş bikin û operasyona HSD'ê bidin sekinandin, lê hewldana wan hat pûçkirin.