DBP'ê ji bo Farqînê banga lezgîn kir!
DBP'ê diyar kir ku dewlet li Farqînê sivîlan qetil dike û banga lezgîn a piştgiriyê kir. DBP'ê her wiha bang li dewletê jî kir ku polîsan derxîne derveyî navçeyê û dawî li kiryarên xwe bîne.
DBP'ê diyar kir ku dewlet li Farqînê sivîlan qetil dike û banga lezgîn a piştgiriyê kir. DBP'ê her wiha bang li dewletê jî kir ku polîsan derxîne derveyî navçeyê û dawî li kiryarên xwe bîne.
DBP'ê diyar kir ku dewlet li Farqînê sivîlan qetil dike û banga lezgîn a piştgiriyê kir. DBP'ê her wiha bang li dewletê jî kir ku polîsan derxîne derveyî navçeyê û dawî li kiryarên xwe bîne.
Li navçeya Amed Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de ye. Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku her roj li Farqînê mirovên sivîl tên qetilkirin.
'JI BO SEKINANDINA KOMKUJIYAN BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
"Li hemberî van zext û komkujiyên dewleta AKP li dijî gelê me dike, di serî de gelê Amedê em bang li her kesên li bajarên derdorê dikin, ku ji bo sekinandina komkujiya li Farqînê bikevin nava tevgerê.
Heyetên ji Hevşaredarên DBP'yî, Parlamenterên HDP'yî û rêveberên partiyê ketine ser rêya Farqînê.
Em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî dikin, ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan û sekinandina binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî gel, bikevin nava tevgerê."
'ÊRÎŞ BI GIRANÎ DEWAM DIKIN; EM AGAHIYÊN TÊRKER JI NAVÇEYÊ NAGIRIN'
Rêxistina DBP'ê ya Amedê jî daxuyaniyek weşand û got, "Qedexeya derketina derve ya li taxên Konak, Mescît û Tekel ên navçeya me Farqînê, di roja 7. de bi êrîşên giran dewam dike. Ji roja ragihandina qedexeya derketina derve û vir ve li navçeya me 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji taxên Konak, Mescît û Tekelê agahiyên zelal û têrker nayên wergirtin. Li vê navçeya me av, elektrîk û xetên telefonê hatine qutkirin. Mirov nikarin pêwîstiyên xwe yên însanî tedarik bikin.
Li Farqîna ku tank û wesayîtên zirxî lê bi cih bûne, helîkopter jî li hewa digerin. Car carna şer lê giran dibe, lewma em ji windahiya mirovan bi endîşe ne.
Ji bo piştgirî ji gelê Farqînê re bê dayîn û pêşî li windahiyên can bê girtin, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Çaglar Demîrel, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, rêveberên DBp û HDP'ê û gelek kes bi wesayîtan berê xwe dan Farqînê."
'DIVÊ QEDEXE TAVILÊ WERE RAKIRIN, POLÎS XWE JI NAVÇEYÊ VEKIŞÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat xwestin, ku ji bo normalbûyîna jiyana li Farqînê, qedexeya derketina derve tavilê bê rakirin û dewlet wesayîtên xwe yên zirxî, polîsan derxîne derveyî navçeyê û dawî li pêşanînên xwe yên zêdeyî Darbeya 12'ê Îlonê bîne.
Rêxistina DBP'ê ya Amedê bang li hemû derdoran kir ku piştgiriyê bidin gelê Farqînê û dawî li pêkanînên heyî yên hikûmetê bînin."