Jinên rewşenbîr ji bo piştgiriya xelkên Sûrê hatin serdana navçeyê
Jinên rewşenbîr ên serbixwe ji Stenbolê ketin rê û hatin serdana xelkê navçeya Sûrê ku tê de xwerêveberî hatibû îlankirin û rastî êrîş û dorpêçkirina hêzên dewletê hatibû.
Jinên rewşenbîr ên serbixwe ji Stenbolê ketin rê û hatin serdana xelkê navçeya Sûrê ku tê de xwerêveberî hatibû îlankirin û rastî êrîş û dorpêçkirina hêzên dewletê hatibû.
Jinên rewşenbîr ên serbixwe ji Stenbolê ketin rê û hatin serdana xelkê navçeya Sûrê ku tê de xwerêveberî hatibû îlankirin û rastî êrîş û dorpêçkirina hêzên dewletê hatibû. Şerê ku piştî hilbijartinan dîsa zêde bû bi êrîşên hêzên dewletê re rû bi rû man û gelek xaniyên welatiyan hatin wêrankirin. Heyeta rewşenbîrên jin serdana navçeyê kir û çûn deverên ku zerara mezin dîtibûn. Piştî ku navçeyê geriyan û bi xelkê wê re hevdîtin kirin. Heyetê li ber Mizgefta Kurşunlu ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû wêrankirin daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di nava heyeta jinan de kesên wekî Esra Mungan, lîstikvana şanoyê Berîn Alganer, hunermend Zeynep Tanbay, nivîskar Perîhan Magden jî hebûn û bi tevlîbûna endamên meclîsa Sûrê û Gerînendehiya Beşa Jinê ya Şaredariyê û xebatkarên jin ên şaredariyê jî bi rewşenbîrên jin re li navçeyê geriyan û agahî der barê rewşa navçeyê de dan heyetê.
Hunermend Zeynep Tanbay di axaftina xwe de li ser êrîş û îlankirina rewşên awarte û dorpêçkirina navçeyê rawestiya û wiha got: "Ev tiştên ku hatine jiyîn bi rastî jî nayên qebûlkirin û bi van zext û operasyonan êdî jiyan gihaye astekê ku nayê qebûlkirin û nayê jiyîn. Em vê cudakariya ku tê kirin qebûl nakin û em tev parçeyekî ji axa vî welatî ne. Em ê her bi hev re bijîn û ji bo xwedîderketina li vê yekîtiyê em li vir in.
Keseke wekî Helîn Şen li ber dîwarê mala wê bê sûc û sebeb tê kuştin û ew yek bi destê hêzên dewletê tê kirin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin û lanet dikin. Li Kîjan deverê cîhanê tiştekî wiha hatiye dîtin ku hêzên ewlekariyê xelkê bikujin û li ser dîwaran hevokên wiha tirsnak binvîsin 'Hûn ê hêza tirkan bibînin'. Lewra jî piştî ku ew tiştên wiha bihîstin me xwest em bên wan bi çavên xwe bibînin û em hatin me li ser dîwaran ew hevok dîtin.”
Nivîskar Perîhan Magden jî nerazîbûna xwe li dijî vê hişmendiyê anî ziman û wiha got: "Ez xwe girêdayî tirkbûneke wiha his nakim.
Bi gotinên vala, sozên vala,rojevên derew û pûç rojevê didin guhertin bi derewan aştî nayê.”
Perîhan Magden di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi redkirina lihevkirina Dolmabahçe û redkirina soz û nîqaşên li ser maseyê aştî nayê kirin. Ji bo pêkanîna aştiyê rastî girînge û divê dest ji sextekariya were berdan. Êdî em di welatê xwe de aştiyê dixwazin. Ez nizanim çiqas Tirkên wekî me difikirin hene, lê ez dibêjim ez ji wan Tirkên ku zarokên diçin av û nan ji xwe re bînin dikujin fedî dikim û ez xwe girêdayî Tikbûneke wiha his nakim û ez ji bo van tiştan bêjim hatime Amedê.”
Şanoger Berîn Alganer jî got ku hatina wan a vê serdanê ji bo avakirina pirekê ye û wiha ev yek anî ziman: "Em ji rojava hatine rojhilat da ku pireke biratiyê ava bikin. " Berîn Alganer di domahiya axaftina xwe de got ku em hatin Amedê da ku van tiştan bi çavên xwe bibînin û divê her kes were bibîne. Divê bên van kuştin û cînayetên ku bi navê me tê kirin bibînin. Heke rojek bi tenê be jî ji bo protestokirina vê wêrankirin û kuştinê divê her kes were van serdana van deran û bi çavên xwe bibîne.
Endama Hindekariyê ya Zanîngeha Bogazîçî Esra Mungan jî nêrînên xwe wiha der barê rewşa Sûrê de anî ziman : "Ez gelekî aciz û bêhn teng im li hemberî vê rewşê. Em ji bo piştgiriya xelkên Sûrê hatin vir û tiştên ku me ji xelkên wê bihîst û me bi çavên xwe dît mirov dixe nava fikaran û mirov matmayî dihêle. Mungan, wiha berdewam kir û got: Di dema bûyerên Gezî yê de bi behaneya ku bi pêlavan ketine hundirê mizgeftê doz li çalakvanan vekirin. Lê niha em li vir li ber Mizgefta Kurşunlu rawestiyane, dîwarênmizgeftê ji aliyê hêzên dewletê ve ji guleyên zêde qul qulkî bûne. Mirov bê guneh bi destê hêzên ewlekariyê tên kuştin.”