Li navçeya Farqînê di roja 7'emîn a qedexeya derketina derve de tîmên taybet qehwexaneyek gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kesek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn. Li sê navçeyên qedexe berdewam dike ji cihên bilind topbaran tên kirin, li Taxa Mescîtê jî di teqînê de polîsek birîndar bû.
Li navçeya Farqînê ya Amedê di roja 7'emîn a qedexeya derketina derve de êrîşên dijwar li dijî gel pêk tên û tîmên taybet Taxa Ferîdunê ku qedexe tineye Dîcle Kiraathane gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Mehmet Duzgun (45), Seyfettîn Kurt (44) û Abdulsamet Kesîcî (50) bi giranî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Mehmet Duzgun piştî mudaxaleya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Gazî Yaşargulî hate kirin, Duzgun di rê de jiyana xwe ji dest da. Her du birîndarên din li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê tên dermankirin.
LI TAXA MESCÎTÊ TEQÎN
Li aliyê din li Cadeya Bedlîsê ya kevn a Taxa Mescîtê jî teqînek çêbû û hate hinbûn ku gelek polîs birîndar bûne. Nexweşxane jî ji aliyê tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin. Heman demê li navçeyê tîmên taybet sewqîyatê pêk tînin û ji Amedê gelek ambulans jî şandin Farqînê.
TAX TÊN GULEBARANKIRIN
Ber bi navçeyê sewqiyata tankan berdewam dike û kepçeya zirxî ya xwest bikeve taxê jî hate derbkirin. Tank li girê Gaza Topê ya her sê taxên ku qedexe hatine îlankirin hatin bicihkirin û ji vir taxan topbaran dikin.