Du gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin
Şervanên HSD’ê li başûrê Hesekê 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên HSD’ê li başûrê Hesekê 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên HSD’ê li başûrê Hesekê 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Operasyona ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Hesekê bi armanca paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin, di roja 9’an de didome.
Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê şervanên HSD’ê li bakurrojhilatê Gola Xatuniyê saet derdora 11.40’an de gundê bi navê El-Zeniyê ji çeteyan rizgar kirin. Di navbera gundên Hilûl û El-Bihema de jî di navbera şervanên HSD’ê û çeteyan de pevçûn derketin. Di encama van pevçûnan de 15 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên wan hatin rûxandin.
BASKÊ HESEKÊ GIHIŞT GUNDÊ EL-SELALIYÊ
Baskê HSD’ê yê ji aliyê Hesekê ve pêşketina xwe didomîne jî, gundê El-Selaliyê ji çeteyan paqij kir. Lê der barê encamên pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin. Dîsa di pevçûnên li gundê Meqasim Colan de jî 6 çete hatin kuştin.