Ji Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan banga tifaqê
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan ji bo armancek hevbeş a rizgarkirina Şengalê banga tifaqê kir.
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan ji bo armancek hevbeş a rizgarkirina Şengalê banga tifaqê kir.
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan bi daxuyaniyeke nivîskî ya weşand diyar kir ku hin derdor di demeke wiha ku divê hemû rojeva me têkoşînek neteweyî be de dibêjin, ‘Divê PKK ji Şengalê derkeve’ û got: “Em van nêzîkbûnan şermezar dikin. PKK wek hêzek Kurdistanî di rojên me yê herî teng de hat bi hawara me ve. Çawa ku bê tifaqiya me bû sedem ku Şengal têkeve destê dagirkeran, divê em bi avakirina tifaqa navxweyî Şengala xwe rizgar bikin. Rizgariya Şengalê jî bibe bingeha yekîtiyek neteweyî.”
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan bi serenava "Bi hev re ji bo rizgarkirina Şengalê û rizgarkirina Êzidxan" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘XWESTIN BAWERIYA ME TINE BIKIN’
Fermandariyê da xuyakirin ku 3'yê Tebaxa 2014'an wek rojeke reş di dîroka mirovatiyê de cih girt û got: “Di vê rojê de komkujiyek mezin û qirkirinek fizîkî, olî, neteweyî, çandî me jiya. Armanca çeteyên hov ev bû ku dewlemendiya hemû bawerî, çand û neteweyan li ser axên Rojhilata Navîn rakin û di heremê de desthilatiya xwe ava bikin. Ji ber ku Ezdatî baweriya herî qedîm a cîhanê ye, bû hedefa van a yekemîn. Di 3'yê Tebaxê de bi êrîşek topyekûn û bi planek navneteweyî xwestin baweriya me li ser rûyê erdê tine bikin. Li hember van êrîşan û planan, Êzidî tevî ku bê çek, bê parastîn û bê derfet bûn jî li gor şert û mercan xwestin berxwedaniya xwe bikin. Lê ji ber ku di nav gelê me rêxistinbûn, yekgirtin û hevbeşî nebû em nedikarîbûn xwe biparêzin û pêşiya dîlketina ewqas kesan bigirin.”
Fermandariyê diyar kir ku wek miletê Êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû man, lê ji ber ku li hember fermanan me parastina xwe ava nekir, her tim neyarên me ew hêz di xwe de dîtin ku bikaribin me tinebin. Fermandariyê bal kişand ser van xisûsan:
‘JI BER PARÇEBÛNÊ PERGAKELE PARASTINÊ DERNEKET HOLÊ’
“Di xwezayê de pergala parastina hemû zindiyan heye. Ji gulekê bigire heya ajalekî parastina xwe bi xwe dike. Wek milet jî di vê fermana dawî de me ev rastî dît ku xweparastin bingeha hebûnê ye. Eger em jî wek milet û bawerî bixwazin hebûna xwe bidomînin divê em parastina xwe bi xwe bikin. Berê fermanê gelek rêxistin û cemaetên Êzidiyan ava bûn. Lê tevî ku ev grubên biçûk hebûn jî em bi fermanê re rû bi rû man. Vê jî da diyarkirin ku bi vî şêwazî têkoşîn encam nagire. Ji ber van parçebûnên navxweyî pergalek parastinê derneket holê. Vê jî hişt ku em bêhêz û tim bi fermanan re rû bi rû bimînin.
Piştî fermanê jî ji ber ku yekgirtinek nebû rizgarkirina Şengalê, rizgarkirina mirovên me yên dîlgirtî dereng ma. Ji bo ku em hêza xwe bikin yek, bibin vîn û wek bawerî werin naskirin divê em tifaqa navxweyî ava bikin. Li ser vî esasî me wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê, HPŞ û YPJ-Şengal Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan ava kir. Piştî avakirina fermandariya hevbeş gelek cemaet, kes û dildarên Êzidxan beşdarî vê avabûnê bûn û hatin ji bo rizgarkirina Şengalê di çeperên herî pêşde têkoşîn bikin.”
‘PKK WEK HÊZEK KURDISTANÎ DI ROJÊN ME YÊ HERÎ TENG DE HAT BI HAWARA ME VE’
Fermandariyê destnîşan kir ku hin derdor di demeke wiha ku divê hemû rojeva me têkoşînek neteweyî be de dibêjin, ‘Divê PKK ji Şengalê derkeve’ û wiha dewam kir: “Em van nêzîkbûnan şermezar dikin. PKK wek hêzek Kurdistanî di rojên me yê herî teng de hat bi hawara me ve. Çawa ku bê tifaqiya me bû sedem ku Şengal têkeve destê dagirkeran, divê em bi avakirina tifaqa navxweyî Şengala xwe rizgar bikin. Rizgariya Şengalê jî bibe bingeha yekîtiyek neteweyî.
BANGA TIFAQÊ
Deriyê Fermandariya Hevbeş a Êzidxanê ji her kesî re vekiriye. Bi reng, al û baweriya xwe her kes dikare beşdar bibe. Em pêşwaziya hemû karên dikeve xizmeta Êzidxanê û Êzidiyan dikin. Wek HPŞ, YBŞ, YPJ- Şengal em ji roja destpêkê vê ji bo rizgariya Şengalê têdikoşin. Ji bo armancek hevbeş a rizgarkirina Şengalê em bang li hemû partiyên Kurdistanê dikin, di serî de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), PDK û YNK'ê ji bo beşdarî vê sîwanê bibin. Taybetmendiyek din a Hêzên Hevbeş a Rizgarkirina Şengalê ev e ku kariye nirxê jinê bilind bike û deriyê wê ji hemû jinan re vekiriye da ku bên beşdar bibin. Jina Êzidî beşdarî hemû şer û pevçûnên piştî fermanê qewimî bûn. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên dîl hatin girtin û tola kesên ku hatin qetilkirin rakirin, divê hemû jinên Ezidî jî beşdarî vê têkoşînê bibin.
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan herî dawî got: “Li ser vê bingehê em banga Êzidxanê ji bo hemû gelê xwe û rêxistinan dişînin da ku beşdari vî karê hevbeş bibin. Ji bo rizgarkirina Şengal, Êzidxan û gelê Êzidî em di bin ala Êzidxanê de hêza xwe bikin yek û li hember dijminên mirovatiyê bi hev re têkoşîn bikin.”