Li Farqînê roja heftemîn: Tax tên bombekirin
Hêzên taybet ên Qesrê ku 3 taxên Farqînê ev 7 roj in dorpêç kirine û êrîş dikin, danê sibehê careke din êrîş kirin. Ji taxên tên bombekirin, agahî nayê stendin.
Hêzên taybet ên Qesrê ku 3 taxên Farqînê ev 7 roj in dorpêç kirine û êrîş dikin, danê sibehê careke din êrîş kirin. Ji taxên tên bombekirin, agahî nayê stendin.
Hêzên taybet ên Qesrê ku 3 taxên Farqînê ev 7 roj in dorpêç kirine û êrîş dikin, danê sibehê careke din êrîş kirin. Ji taxên tên bombekirin, agahî nayê stendin.
Rewşa awarte ya ku li navçeya Amed Farqînê di bin navê qedexeya derketina derve de tê meşandin, di roja 7. de ye. Hêzên taybet ên ser bi Qesrê, 4 kes qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin.
Taxên Mescît, Tekel û Konakê bi rojane hatine dorpêçkirin û rastî êrîşê tên. Li taxan elektrîk, av, înternet û xetên telefonê ev hefteyeke qut bûne. Nexweş û birîndar nikarin biçin nexweşxaneyan.
Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner diyar kir ku danê sibehê êrîşeke giran li hemberî taxên Mescît û Tekelê destpê kir. Tekîner got, "Her du tax tên bombekirin. Helîkopter li ser taxan difirin. Em nikarin ji nava taxan agahiyan werbigirin. Em nizanin rewşa li taxan niha çi ye. Lê belê ji ber bombeyên tên avêtin, dûxan ji taxan bilind dibe. Li gorî texmînê me, xanî hatine hilweşandin."
Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp a ku du roj in li Farqînê ye got, "Ev hefteyeke êrîş li hemberî gel tê kirin. Her wiha nikare pêwîstiyên xwe yên însanî tedarik bikin."
Yîgîtalp ragihand ku tankên leşkerî li Kolana Diyarbakirê hatine bicihkirin û got, "Mîna rojên darbeya leşkerî, tevî polîsan leşker jî tankên leşkerî jî li nava kolanan e."
Yîgîtalp diyar kir ku dewletê şîdet êdî kiriye rewşeke asayî û got, "Ji bo Farqînê divê her kes hişyar û baldar be. Ev 7 roj in hewl didin bikevin taxan. Eger karibin bikevin nava taxan wê komkujiyeke mezin bikin. Ji bo pêşî li vê bê girtin, şîdeta dewletê ya li Farqînê bibînin û dengê gel bibihîzin."
Yîgîtalp da zanîn ku hikûmeta AKP'ê şer ji rojeva xwe dernexistiye û got, "Gelê Kurd di 1'ê Mijdarê de xwedî li vîna xwe derket. Gelê Farqînê jî. Ji ber vê yekê dixwazin careke din ceza bikin. Gelê Kurd ev 4 nifş in li ber xwe dide. AKP vê rastiyê ji nedîtî ve tê."