Ji bo piştgiriya Rojava şeva helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs
Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs li hev kom bûn û bi xwendina helbestên xwe yên li ser Rojava re, şoreş silav kirin.
Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs li hev kom bûn û bi xwendina helbestên xwe yên li ser Rojava re, şoreş silav kirin.
Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs paytexta Rûsya Moskowayê li hev kom bûn û şevek lidar xistin.
Di şeva li Mala Kurdan de, tevî gelek helbestvanên ciwan ên Rûs, wêjevanên ciwan jî amade bûn. Di şevê de helbest, çîrok û stranên li ser Şoreşa Rojava hatin pêşkêşkirin. Helbestvanên ciwan, helbestên xwe diyarî jin û xortên di têkoşîna li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, kirin.
Ciwanên Kurd û Rûs ên helbestvan biryar dan ku ji niha û pê ve li ser zemîneke hevpar bixebitin.
Hunermend Berfîn Mamedova, Nîgar Patiyeva û Bermal Çem jî bi stranên xwe reng dan şevê.