"Farqîn warê Egîd û Delîlan e, serî natewîne"
Li Farqînê, qedexeya derketina derve û êrîş di roja 7. de dewam dikin. Berxwedana gel mezin dibe.
Li Farqînê, qedexeya derketina derve û êrîş di roja 7. de dewam dikin. Berxwedana gel mezin dibe.
Li Farqînê, berxwedana gel a li dijî qedexeya derketina derve û êrîşa hêzên dewletê, kêlî bi kêlî mezin dibe. Heyeta ji Parlamenterên HDP'ê û Nûnerên KJA û DBP'ê hat Farqînê. Gelê Farqînê heyet pêşwazî kir û ev peyam da, "Em ê t carî serî netewînîn."
Li Farqînê, qedexeya derketina derve û êrîş di roja 7. de dewam dikin. Berxwedana gel mezin dibe. Ji şêniyên taxa Tekelê ku êrîşeke giran lê tê kirin û derketina derve lê qedexe ye ciwanê bi navê Veysî Askin got, "Me soz dane şehîdan, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ew nikarin bi birçîbûn û êrîşan bi me."
Askin got, "Farqîn warê Egîd û Delîlan e" û destnîşan kir ku heta Farqîn azad bibe, ew ê li ber xwe bidin.
"LI DORA FARQÎNÊ BICIVIN"
Askin bang li gelê Kurdistanê kir ku li dora Farqînê bicive û got, "Ti kes neyê Farqînê, kes xwedî lê dernekeve jî em ê li ber xwe bidin. Gelê me wê heta dawiyê li ber xw bide. Lê belê divê xwedî li Farqînê bê derketin û pêşî li komkujiyan were girtin."