'Em mizgîniyê didin gelê xwe ku em ê Şengalê azad bikin'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal destnîşan kir ku ew mizgîniyê didin hemû Êzidiyan ku ew ê Şengalê azad bikin.
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal destnîşan kir ku ew mizgîniyê didin hemû Êzidiyan ku ew ê Şengalê azad bikin.
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir ku di operasyona roja 31'ê Cotmehê li gundên li rojavayê Şengalê dane destpêkirin de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistine û destnîşan kir ku bi 'Operasyona Azadkirinê' ya li Şengal û derdora wê dane destpêkirin re ew mizgîniyê didin hemû Êzidiyan ku ew ê Şengalê azad bikin.
Fermandar Şengal da xuyakirin ku hêzên YBŞ'ê wê ji Pêngava Azadkirian Şengalê re pêşengiyê bike û di pêngavên ji niha û pê ve jî wê weke pêşeng di nava pêngavan de cih bigirin.
'ME 5 GUND AZAD KIRIN'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku di 31'ê Cotmehê de hêzên YBŞ'ê li hemberî gundên li rojavayê Şengalê dest bi pêngavekê kirine û di encama vê pêngavê de gelek çete hatine kuştin. Şengal da zanîn ku pêngavên wan ên ji niha û pê ve wê ji bo azadkirina Şengal û gundên wê bin û got, "Em niha li Şengalê kêliyeke dîrokî dijîn. Ji bo azadkirina Şengal û hemû gundan me pêngavek dan destpêkirin. Li navenda Şengalê, li rojavayê Şengalê û ji Şîlo ber bi Şengalê ve me operasyonek dan destpêkirin. 5 gundên li rojavayê Şengalê di encama şerekî zêdeyî hefteyeke dewam dike de, me duh azad kirin. Me ev herêm ji çeteyan paqij kirin. Em ji gelê xwe radigihînin ku me dest bi pêngava li navenda Şengalê, li gundên wê û ji Şîlo ber bi Şengalê ve kirine. Em mizgîniyê didin gelê xwe ku em ê Şengalê azad bikin."
ŞENGAL WÊ JI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê RE BIBE GORISTAN
Şengal anî ziman ku di pêngava xwe ya li navenda Şengalê û gundên wê de ew ê Şengalê ji çeteyan paqij bikin û Şengalê ji DAIŞ'ê re bikin goristan. Fermandar Şengal got, "Em dixwazin bêjin ku di vê pêngavê de em dixwazin hemû hêzên Kurd xwe bikin yek û pêngavê bi hevkarî bimeşînin. Lê belê rewş û pêşketinek di vî warî de, di pêngava me ya li rojavayê Şengale de nehat dîtin. Di pêngava azadkirinê ya ji xeta Şîlo heta Til Izêr, Siba Şêx Xidir, Gabar û Şengalê, ji Şengalê heta Solak û derdora wê, ne fermî be jî em ê bi hêzên Kurdan re pêngavê bidin destpêkirin. Em ê navenda Şengalê, gund û derdora wê bi hev re azad bikin. Gava destpêkê navenda Şengalê ye. Gava duyemîn gund û derdora wê ne. Êdî Şengal wê ji bo DAIŞ'ê biqede û wê careke din nikaribe êrîşî Şengalê bikin. Şengal wê ji çeteyên DAIŞ'ê re bibe goristan."
YBŞ WÊ DI HEMÛ PÊNGAVAN DE BIBE HÊZA PÊŞENG
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal ragihand ku di 'operasyona Azadkirinê' ya ji bo Şengal û derdora wê de hem ê ji hemû hêzan re bibin pêşeng û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Piştî azadiya Şegnalê gelê me wê êdî rêxistinbûyîna xwe bide rûniştandin. Di vî warî de wê gelê me bikeve nava hewldanan. Weke YBŞ di demeke ewçend dîrokî de em ê bi berpirsyariya xwe rabin, di vî warî de em ji hemû wezîfeyan re amade ne. Û em dibêjin, ku em ê ji hemû hêzên Kurdan re jî pêşengiyê bikin. Û li pêş hemû hêzên Kurdan bin. Mîna ku me 5 gund azad kirin û derbên giran li çeteyan xistin. Gelek cenazeyên çeteyan ketin destê me. Her wiha wesayîteke bombebarkirî, 2 doçka, 2 BKC, 11 kleş û motorên wan, tevî alavên leşkerî di destê me de ne. Her kesî ev dît, ku YBŞ'ê ev bi tena serê xwe bi dest xist û 5 gund azad kir. Di pêngavan de em ê ji hemû hêzan re bibin pêşeng û bi berpirsyariya xwe rabin. Ji ber ku ev ax axa me ye, ev gel gelê me ye. Di vî warî de em ê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin em dibêjin, ku li hemberî her tiştî em amade ne. Li ser vê bingehê em mizgîniyê didin gelê xwe ku em ê Şengalê azad bikin. Û dibêjin ku azadiya Şengalê wê azadiya Kurdistanê be."