Xwarziyê Ocalan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Huseyîn Yildirim ê li Awûstûrya jiyana xwe ji dest da, li Xelfetiyê bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.

Huseyîn Yildirim (34) ê xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li paytexta Awûstûrya jiyana jiyana xwe ji dest da, piştî karûbarên fermî cenazeyê wî anîn Tirkiyeyê. Cenazeyê Yildirim ji bo defnkirinê ku anîn navçeya Xelfetî ya Riha li Taxa Amara hat defnkirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Parlamentera HDP’ê ya Riha Dîlek Ocalan, ferdên malbatê, Hevserokê Rêxistina HDP’a Dîlokê Mehmet Karayilan, parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç û Şînasî Tûr, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Omer Ocalan, Hevşaredarên Xelfetî Mustafa Bayram û Ayşe Dûrmûş, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Ji bo merasîma cenaze ji Xelfetiyê jî bi sedan kes hatin. Girseyê li pey wesayîta cenaze ya ji Dîlokê hat bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ber bi Amara ve bi rê ket. Konvoy destpêkê çû mala Yilirin helalî xwest. Paşê cenaze ji bo defnkirinê birin goristana gund.

Flamayên kesk û sor û zer danîn ser tabûta Yildirim. Li dû wecîbeyên olî cenazeyê Yildirim bi dûayan hat defnkirin.

Piştî cenaze hat defnkirin malbata Ocalan û Yildirim taziye qebûl kirin.