Li Colemêrgê êrîşa polîsan: 2 parlamenter birîndar bûn

Li Colemêrgê polîsan êrîş birin ser xwendekarên zanîngehê yên terora dewletê ya li Farqînê şermezar kirin. Di êrîşê de parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Abdullah Zeydan birîndar bûn.

Li Colemêrgê polîsan êrîş birin ser xwendekarên zanîngehê yên terora dewletê ya li Farqînê şermezar kirin. Di êrîşê de parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Abdullah Zeydan birîndar bûn.

Îro danê êvarî xwendekarên endamên Komeleya Xwendekaran a Colemêrg (CODER), ji bo balê bikişînin ser êrîşên li Farqînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan xwestin li kampusa zanîngehê daxuyaniyê bidin.

Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî xwendekaran kirin. Yek ji kapsulên gazê yên polîsan avêtin li destê Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’ê Abdullah Zeydan ket. Yek ji guleyên plastîk jî li guhê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ket.

Hat ragihandin ku di destê wekîl Zeydan ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê hat tedawikirin de şkestin çêbûye û destê wî pansuman kirin. Irmak jî ji guhê xwe bi sivikî birîndar bûye û hatiye pansumankirin.  

...