Parlamentera HDP'ê Başaran: Bombeyan li derdora me dibarînin
Ji taxên Farqînê yên hatine dorpêçkirin û rastî êrîşan tên, agahiyên zelal nayên bidestxistin.
Ji taxên Farqînê yên hatine dorpêçkirin û rastî êrîşan tên, agahiyên zelal nayên bidestxistin.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku li Taxa Mescîtê ya rastî êrîşan tê ye got, "Em hînê li cihê me xwe lê girtine. Ji bo vê gavê rewşa me baş e. Bombeyan li derdora me dibarînin. Bi gelê Farqînê re em ê bexwedana xwe ya xwerêveberiyê bidomînin."
Ji taxên Farqînê yên hatine dorpêçkirin û rastî êrîşan tên, agahiyên zelal nayên bidestxistin.
Bi heyeta HDP'ê ya li Taxa Mescîtê re, ku êrîşa hewayî lê hat kirin, têkilî nayê dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a di nava heyetê de cih digire, saet di 15.35'an de bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyama "Em hînê li cihê me xwe lê girtine. Ji bo vê gavê rewşa me baş e. Bombeyan li derdora me dibarînin. Bi gelê Farqînê re em ê bexwedana xwe ya xwerêveberiyê bidomînin" weşand.
Acar başaran danê nîvro rewşa li taxê bi vî rengî vegotibû: "Bila dewlet vê bizanibe; eger pêwîst bike em ê li vê derê canê xwe ji dest bidin, lê em ê ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet venegerin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin Farqînê.
Bombe li cihekî çend metreyan nêzî me barandin. Biryar dane ku hemû zindiyan qetil bikin. Gel rêveberiyên xwe diparêze û bi bexwedaneke gelekî mezin re.
Kesek birîndar bû, rewşa xwe nebaş e, ambûlans jî nikare were. Ji ber bombeyan em nikarin derkevin derve."