PYD: Azadkirina Şengalê li gelê Kurd pîroz be
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî pîroz kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî pîroz kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî pîroz kir û diyar kir ku pêwîst e welatiyên Şengalê vegerin ser axa xwe û ji bo ku komkujiyeke din li ser wan pêk tê, rêveberiya xwe ya xweser îlan bikin.
Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê rizgarkirina bajarokê Şengalê ji aliyên Hêzên Hevbeş ku ji Yekîneyên berxwedana Şengal (YPŞ), YPJ’ê Şengal, Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Star pêk dihatin ve hate rizgarkirin, daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniya PYD’ê de wiha hat gotin: “Di 3’yê Tebaxa 2015’an de bajarê Şengalê di dîroka xwe ya kevnar de rastî êrîşeke herî mezin hat û êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Di encama van êrîşan de komkujiya 73’an li ser gelê me yê Kurdên Êzidî pêk hat. Ji ber van êrîşan êşeke mezin çêbû, hejmareke zarok ji tîna bûn qurbanî û jin di bazaran de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin firotin. Ev bûyer piştî ku ji nişka ve Hêzên Pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ji erkên xwe reviyan, pêk hat. Wê demê YPG/YPJ’ê bi koordînekirina bi birayên xwe yên HPG’ê re parastina Şengalê erk û berpirsiyariya xwe dîtin berê xwe dan Şengalê. Van hêzan korîdora mirovahiyê vekirin û bi sed hezaran Kurdên Êzidî ên dorpêçkirî xelas kirin. Van hêzan di parastina welatiyên Êzidî de bi israr bûn û heta ku îro bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku Amerîka serkêşiya wê dike, Şengal rizgar kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniya Meclîsa PYD’ê de rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurdistanê û bi taybet li civaka Êzidî hate pîrozkirin û hat diyarkirin ku pêwîst e welatiyên Şengalê vegerin ser axa xwe û ji bo ku komkujiyeke din li ser wan pêk nê, rêveberiya xwe ya xweser îlan bikin.
Daxuyaniya Meclîsa PYD’ê wiha bi dawî bû: “Bi vê minasebeta dîrokî em bang li tevahî hêz û partiyên Kurdistanî dikin gengeşeyan bi aliyekî din û kongreya niştîmanî Kurdîstanî li dar bixin.”