KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tevgera Azadî: Ya li Xûrmatû diqewime şerê desthilatdariyê ye
Li navçeya Xûrmatû ya ser bi parêzgeha Selahaddînê, şer û aloziya di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan de dewam dike. Tevgera Azadî diyar kir ku aloziya li herêmê ji ber şerê desthilatdariyê ye. -
Ketin û derketina Cizîrê hat qedexekirin
Dewleta Tirk duh cara 4. li Cizîrê derketina derve qedexe kir. Ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. -
Li Geverê, berxwedan bi ser ket
Tîmên tevgera taybet ên êrîşî Taxa Cûmhûriyet a Geverê kirin, li pêşberî berxwedana gel neçar man vekişin. -
"Di sala 78. de em Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar dikin'
Civata Ji nû ve avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsimê, di salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar kir. -
Rageşiya li Xûrmatû ji nû ve der bû: 1 mirî
Li navçeya Xûrmatû, şerê di navbera pêşmerge û Heşd El Şeebî, ku berî çend rojan qewimî û di encamê de çend kes mirin û birîndar bûn, danê vê sibehê careke din rû da. Di şerê li navçeyê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn. -
AKP û PDK wê nikaribin vîna gel bişikînin
Endamê Desteya Rêveber a YCR Erdal Şahîn got, "AKP û PDK nikare vîn û têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd bişikînin" û bang li ciwanan kir ku tevlî vê berxwedana bi rûmet bibin. -
Hêzên HSD'ê gundê Şelala yê stratejîk rizgar kirin
Operasyona şêrvanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê dewam dike. -
'Hebûn û mayîna gerîla li Şengalê pêwîstiyek e'
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah destnîşan kir, ku mayîna hêzên gerîla li Şengalê pêwîstiyek e. -
Fermandariya YPG/YPJ'ê ji gelê Fransayê re sersaxî xwest
Fermandariya YPG/YPJ’ê bi daxuyaniyekê ji gel û hikûmeta Fransayê re sersaxî xwest û got ku ew ê ji aliyê xwe ve şerê li dijî terorê heta dawiyê dewam bikin. -
Şervanên azadiyê gundê Meydana azad kirin
Hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê, gundê Meydana yê Şilo azad kirin. -
Ji Ciwanên Azad li Stûttgartê banga ji bo azadiya Ocalan
Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiya kon a 3 rojan re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Ji Şengal a azad çend wêne
Navenda bajarê Şengalê di 13'ê Mijdarê de ji aliyê hêzên azadiyê yên Kurd ve hat azadkirin. -
Heşd El Şebî û Pêşmergeyan li hev kirin
Li bajarê Xûrmatû yê ser bi wîlayeta Selahaddînê, aloziya di navbera pêşmergeyan û mîlîsên Heşd El Şebî de, bi rojan dewam kir. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, alî li Bexdayê hatin cem hev û biryar da ku hêzeke hevpar ava bikin. -
Hêzên HSD'ê 10 nuqteyên din ên li dora Holê azad kirin
Hêzên HSD'ê di operasyonên xwe yên li derdora Holê de 10 nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin. Di encama lêgerîn û paqijkirina herêmê de 6 wesayîtên bombebarkirî, 4 pîk-ûp, qemyonek, Hammerek û panzerek ketin destê hêzên HSD'ê. -
Ji bo penaberan li Hambûrgê meşa piştgiriyê
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi qasî deh hezarn kes bi dirûşmeya 'Ji her kesî re wekheviya maf' meşiyan. -
Nasnameyên 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya, nasnameyên 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Li diyarê Derwêş û Edûlê stranên azadiyê hatin gotin
Mîna coşa cejnê em bi pêş de diçûn. Rastiya li pêşiya min; ji nû ve zindîbûna bajarekî mirî bû. Di her gavê de wêneyekî nû, di her gavê de jiyaneke nû xwe dida der. -
Dilekî bi hesreta welêt: Faraşîn Delîla
Faraşîn Delîla, dema bi hesreta dîtina welatê xwe û Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê têdikoşiya, tevî sê hevrêyên xwe li Elkê jiyana xwe ji dest da. -
Farqînî: Em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin
Şêniyên taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê destnîşan kirin, ku hikûmeta AKP û Serokkomar Erdogan bi polîtîkayên şîdetê re nikarin tiştekî bi dest bixin. -
Çeteyên El Nusra û Ehrar El Şam li Efrînê bi dehan Kurd revandin
Komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam li herêma Ezazê dest bi revandina welatiyên Kurd kirin. -
Li du taxên Cizîrê qedexeya derketina kolanan
Li du taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. -
9 şervanên YPG/YPJ’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê bi yên di berxwedana rizgarkirina gundewarên Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. -
ÎHD’ê têkildarî girtîgehan rapor aşkera kir
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî girtîgehan raporek aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ku 298 jê giran 740 girtiyên nexweş hene. -
Li gundê Gulpîk ê Xîzanê serdegirtina malan
Li Xîzanê polîsên tîmên taybet û cerdevan li gundê Gulpîk bi ser gelek malan de girtin. -
Gelê Farqînê: Me li ber xwe da, em bi ser ketin
Gelê Farqînê piştî berxwedana 12 rojan a bêhempa, berê xwe da taxên Tekel, Konak û Mescît ên bi rojan di bin êrîşên giran de bûn.