'Hebûn û mayîna gerîla li Şengalê pêwîstiyek e'

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah destnîşan kir, ku mayîna hêzên gerîla li Şengalê pêwîstiyek e.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah destnîşan kir, ku mayîna hêzên gerîla li Şengalê pêwîstiyek e û got, "Heta ku civaka Êzidî sîstema xwe baş û xurt ava bike, divê ji Şengalê dernekevin."

Hevserokê Tevgera Azadî Abdullah rizgariya Şengalê bi operasyona hevbeş a hêzên Kurd re ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku manîpulekirina gerîla û şervanên YBŞ'ê yên di operasyona Şengalê de cih girtine, hewldaneke bêexlaqî ye ku ji aliyê PDK û çapemeniya wê ve tê kirin.

Abdullah got, "Her kes dizane ku piştî wan Şengal radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin, yên ji destpêkê ve Şengalê bi rastî diparêzin gerîla û hêzên YBŞ/YPJ Şengal in."

Abdullah ragihand ku operasyona Şengalê ji bo yekîtiya neteweyî firsendeke baş e û destnîşan kir ku PDK li şûna ku hebûna PKK'ê ya li Şengalê înkar bike û derketina gerîla bixwaze, divê operasyona azadkirina Şengalê ji bo yekîtiya neteweyî bi kar bîne.

XIZMETÊ JI YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD RE NAKE

Abdullah azadkirina Şengalê weke dewama serketina Kobanê nirxand û da zanîn ku bi rizgarkirina Şengalê re hêzên li herêmê li ser çeteyên DAIŞ'ê plan çê kirin, hatine pûçkirin. Abdullah got, "Azadkirina Şengalê di serî de ji bo civaka Êzidî ji bo tevahiya Kurdan cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek pêngaveke ku serketina Kobanê temam dike. Ji ber ku li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ'ê li hemberî civaka Êzidî komkujiyeke mezin pêk hat. Ev planeke berfireh bû û pûçkirina we gelekî girîng e. Hêzên ku li ser DAIŞ'ê plan li herêmê dikirin, bi azadkirina Şengalê re polîtîkayên wan hatin pûçkirin. Yên ku piştgiriyê didin siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê, radibin hewl didin hebûna tevgera Kurd a li Rojava û Şengalê înkar bikin û bandora wê bişikînin.

Halbûkî her kesî dît ku li Rojava û Şengalê yekane hêza ku ji bo azadî û yekîtiya demokratîk a gelan têdikoş e, tevgera azadiyê û gerîla ye. Yên ku ji wan nehat Şengalê biparêzin, ji bo careke din desthilatdariya xwe li Şengalê ava bikin îro hebûn û têkoşîna gerîla înkar dikin. Ev yek bi ti awayî xizmetê ji yekîtiya neteweyî ya Kurdan re nake. Di heman demê de helwesteke exlaqî nîne."

'PKK PLANÊN GEMARÎ PÛÇ DIKE'

Hevserokê Tevgera Azadî Abdullah da xuyakirin ku dewleta Tirk û PDK dixwazin ji Şengalê heta Rimêlanê xeteke petrolê ava bikin û got, "Sedema dijberiya wan a li hemberî PKK'ê ev e. Her kes dizane ku dema PDK'ê Şengal terikand, yê ku ewilî Şengal parast gerîlayên HPG'ê bûn. Heta roja îro jî yekane hêza ku Şengalê diparêze hêzên gerîla û YBŞ ye. PDK naxwaze kontrola xwe ya xeta petrolê ya ji Şengalê heta Rimêlanê winda bike. Ev aliyekî plan bû. Aliyekî din ê plan jî ew e ku PDK û dewleta Tirk dixwazin pêşî li pêşketina PKK'ê ya li herêmê bigirin. Lewma li Şengalê li dijî PKK'ê polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşîne û dixwaze ji herêmê derkeve."

DIVÊ GELÊ ŞENGALÊ BI XWE BIRYARÊ LI SER SIBEROJA XWE BIDE

Abdullah diyar kir ku weke Tevgera Azadî ew alîgir in ku civaka Êzidî xwe bi rê ve bibe, xwe biparêze û destnîşan kir ku heta gel sîstema xwe baş bide rûniştandin divê gerîla li herêmê bimîne û pêşengiyê ji parastinê re bike. Abdullah axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê gelê Şengalê bi xwe biryarê li ser siberoja xwe bide. Heta ku ev nebe, wê civaka Êzidî timî bê qetilkirin û qirkirin. Lê belê divê ev yek were destnîşankirin: Heta ku xweparastina gelê Şengalê bigihêje asta têrker, divê hêzên gerîla li wir bimînin. 15 mehên bihurî ev pêwîstî bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Weke Tevgera Azadî em alîgir in ku civaka Êzidî xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Eger bi vî rengî be, hingî wê civaka Êzidî û gelê Şengalê pêşî li fermaneke nû bigirin."

'MADEM PÊŞMERGE HEBÛN, ÇIMA JI BILÎ ÇAPEMENIYA XWE RÊ NEDA ÇAPEMENIYEKE DIN BIÇE?'

Mihemed Abdullah der barê manîpulasyonên PDK'ê de got, "Madem di pêngava azadkirina Şengalê de bi tenê pêşmerge hebûn, çima ji bilî çapemeniya PDK'ê destûr ji ti organên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê re nehat dayîn ku biçin Şengalê" û destnîşan kir, ku tevî her tiştî jî gelê Kurd rastiyan baş dizane, baş dizane ku gerîla çima li Şengalê ye.

Abdullah got, "Ji 3'ê Tebaxê û vir ve hêzên gerîla têkoşîneke dijwar meşandin û berdêl dan. Di azadkirina Şengalê de rola sereke lîstin. Ne rast e ku medya PDK'ê vê rastiyê înkar bike û ji nedîtî ve bê. Madem gerîla nebûn, madem hêzên pêşmerge bi tena serê xwe Şengal azad kirin, wê demê çima ji bilî çapemeniya PDK'ê destûr ji ti organên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê re nehat dayîn ku operasyona azadkirinê bişopînin. Çima bûn asteng ku çapemenî vê operasyonê kêlî bi kêlî ragihîne?"

'LI ŞÛNA ÎNKARKIRINÊ, DIVÊ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ AMADEKARÎ BÊ KIRIN'

Hevserokê Tevgera Azadî Abdullah diyar kir ku li şûna înkarkirinê, divê PDK vê firsenda li Şengalê derketiye holê ji bo yekîtiya neteweyî bi kar bîne û got, "PDK li şûna ku hebûna PKK'ê ya li Şengalê înkar bike û derketina gerîla bixwaze, divê operasyona azadkirina Şengalê ji bo yekîtiya neteweyî bi kar bîne. Ya ku divê were kirin, divê demê de meşandina polîtîkayeke êrîşkariyê li hemberî hêzên Kurd, nîne. Ya divê were kirin têkilî û tifaqa ji bo yekîtiya neteweyî ye."