Ji Ciwanên Azad li Stûttgartê banga ji bo azadiya Ocalan
Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiya kon a 3 rojan re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiya kon a 3 rojan re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiya kon a 3 rojan re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanan sê rojan belavok belav kirin, agahî dan raya giştî û bi meşeke girseyî dawî li çalakiya xwe anîn.
Li Marktplatzê zêdeyî 500 kes beşdarî meşa ji bo azadiya Ocalan bûn, tecrîd û dîktatoriya AKP û Erdogan protesto kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Çalakgeran her wiha komkujiyên li Farqîn û Parîsê şermezar kirin.
Li ser navê Ciwanên Azad Rojhat Mêrdîn li mîtîngê daxuyaniyek da û diyar kir ku zilma li Îmraliyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Mêrdîn êrîşên AKP'ê yên li hemberî Farqînê şermezar kir û ji ber komkujiya li Parîsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, sersaxî ji gelê Fransayê re xwest. Mêrdîn got, "Komkujiyên bi vî rengî her roj bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê li Kurdistanê tên kirin. Ciwanên Kurd wê ji kujeran û mêtîngeran tolê hilînin."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.