Dilekî bi hesreta welêt: Faraşîn Delîla

Faraşîn Delîla, dema bi hesreta dîtina welatê xwe û Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê têdikoşiya, tevî sê hevrêyên xwe li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Faraşîn Delîla, dema bi hesreta dîtina welatê xwe û Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê têdikoşiya, tevî sê hevrêyên xwe li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Faraşîn Delîla ya navxwe xwe yê rastî Aysel Demîrkaya ye, di sala 1986'an de li Wan-Ebexê ji dayik bû. Malbata wê, hînê ew di emrekî biçûk de bû koçî metropolên Tirkiyeyê (Kocaelî) kir. Faraşîn a ku li Kurdistanê mezin nebû, hezkirin û hesreta xwe ya welêt her tim di dilê xwe de jiya. Tevî ku li cihekî dûrî welatê xwe mezin bû jî, bi van hest û xeyalan re Faraşîn cewhera xwe parast.

Gerîla Faraşîn, li cihê lê dima bi hin rê û rêbazan re tevgera PKK'ê nas kir. Faraşîn xwest bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bibe, lê rastî astengiya malbata xwe hat. Faraşîn ev helwsta malbata xwe qebûl nekir, ji malê derket û wextekê li qada legal xebatên jin û ciwanan meşand. Faraşîn a bi hesreta welêt û çiyê got, ku ew dixwaze tevlî refên gerîla bibe û êdî têkoşîna xwe li çiyê bidomîne. Li ser vê bingehê di sala 2003'an de tevlî refên gerîla bû. Li gelek qadên gerîla têkoşiya û di sala 2012'an de di pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê li Bakurê Kurdistanê de cihê xwe girt. Li Elkê di çalakiyekê de, di 1'ê Îlona 2012'an de tevî sê hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da.

'SERÎ LI BER YÊN DIXWESTIN BIBIN ASTENG NETEWAND'

Tolhildan Yekbûn a ku di sala 2008'an de li Botanê bi gerîla Faraşîn re bû, ew ji ANF'ê re vegot...

Yekbûn got, "Malbatê dema bihîst ku hevala Faraşîn dixwaze tevlî gerîla bibe, destûr neda ku ji malê jî derkeve. Hevala Faraşîn li hemberî van nêzîkatiyan serî netewand û bêdeng nema. Berevajî, îdîaya tevlîbûn û biryardariya wê xurttir kir. Li hemberî vê yekê ket nava lêgerîneke xurttir û şerekî mezintir. Di encama van lêgerîn û şerê xwe de bi ser ket. Hevala Faraşîn li hemberî vê helwesta malbatê ji malê derket û demekê li qada legal di nava xebatên ciwan û jinan de cih girt. Li ser vê bingehê demekê bi awayekî aktîf di nava kar de cih girt. Dûre berê xwe da çiyê.

Hevala Faraşîn di temenekî ciwan de tevlî refên gerîla bû. Xwe baş perwerde kir û li çiyê ket nava lêgerîna jiyan, sekin, vîn û asta nêrînê ya tê xwestin. Hevala Faraşîn digot, 'Milîtana rastî, bûyîna milîtana rasteqîn, bi afirandina vê hişmendiyê, bi tevgera li gorî vê hişmendiyê pêkane. Ji bo xwegihandina xeyal û armancên xwe, divê ez di ramanê de xwe bigihînim asteke bi vî rengî. Ev yek jî bi pêkanîna tevlîbûneke xurt re dibe.' Bi vê îdîa û biryardariyê tevlî dibû. Ev îdîaya wê bû sedem ku biçe qada Bakur."

'DIVÊ ZEHMETÎ XWE TESLÎMÎ ME BIKIN'

Yekbûn anî ziman ku Faraşîn her tim miroveke li pêş bû, bêhesap û westan bi dildarî her kar bi cih dianî û got, "Hevala Faraşîn her tim digot, 'Mirovê zehmetiyan nebîne nikare tehmê ji jiyanê bike, nikare wateyê bide jiyanê, bi wateya mayîna li çiyê jî nizane. Ji ber vê yekê di her şert û mercan de, şert û merc çiqasî zehmet dibin bila bibin, divê mirov teslîmî zehmetiyan nebin. Berevajî pêwîste zehmetî xwe teslîmî mirovan bikin'. Bi vê rastiyê re her ti di nava berxwedan û têkoşînê de bû. Bi vî rengî tevlî dibû.

Hevala Faraşîn tevî ku li Kurdistanê mezin nebû jî, di raman, kesayetî û cewherê de xwe parastibû. Keçeke Kurd a esîl bû; cewhera xwe, xwe parastibû. Neketibû nava qirêjiya sîstemê. Di nava sîstemê de kesayetî û cewhera xwe her tim parastibû. Lê belê di dilê wê de her tim hesretek hebû. Hevalek ji Wanê bû,lê Wan nedîtibû. Der barê vê de digot, 'Du xeyalên min hene; ya yekemîn dîtina Rêbertî ye. Ya duyemîn careke din dîtina Wanê ye'. Ev yek her tim ji bo wê hesretek bû. Mîna zarokek bê dê mezin dibe her tim li derdorê li diya xwe digere, ew jî dema li çiyê digeriya her tim digot, 'Bêhna Wanê tê min'. Bi vê hesretê, bi vê evînê dijiya. Dixwest hesreta xwe ya Wanê veguherîne hesreta Kurdistanê. Dixwest li her devera Kurdistanê bigere. Ji ber ê yekê evîna wê ya jiyanê, evîna wê ya xebatê, evîna wê ya hevrêtiyê, evîna wê ya derdorê, bi rastî jî bêqusûr bû. Ji her alî ve miroveke mînakdar bû.

Weke hevaleke jin, hevala Faraşîn ti carî serî li ber koledariyê netewand. Çiqasî zehmetî kişand jî, ti carî serî netewand. Ji ber vê yekê her tim li hemberî paşverûtiyê di nava berxwedan û lêgerîneke cuda de bû. Û di çalakiyeke ku li eniya herî pêş cih digirt de, tevî sê hevrêyên xwe bi fedaî şehîd ket. Her gotina xwe ji bo me wasiyet e, têkoşîna wê jî ji me re mîrate ye."

...