KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
Ji koçertiyê ber bi gerîla ve: Newal Sîdar
Newal Sîdar di encama êrîşa li hemberî Qereqola Harûna ya Şemzînanê de, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wê yên gerîla, aliyên Sîdar ên têkoşer vegotin.
-
Li dû sefera 6. a Qesrê; Farqîn
Gelê Farqînê hewl dide zerarên ku Qesrê di sefera xwe ya 6. de da navçeyê, ji holê rake û birînên xwe bipêçe. Yên mayî dimînin, yên çûne bi biryar in ku vegerin.
-
Ji bo şervana YPJ'ê Melîha Çuruk merasîma sersaxiyê
Ji bo şervana YPJ'ê Melîha Çuruk bi nasnav Stêrk Zîlan a di 11'ê Mijdara 2015'an de li bajarokê Hol ê ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Kurdan a li bajarê Elmanya Velbertê serdanên sersaxiyê tên kirin.
-
-
Avesta: Biryara mayîn nemayîna gerîla di destê gel de ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê serketina hêzên Kurd a li Şengalê rast bê xwendin encamên Pêwîst jê bên derxistin û got, "Ya ku hatiye rizgarkirin ne tenê Şengal e, rûmeta jinan, Kurdan û mirovahiyê ye."
-
-
-
Polîsan êrîşî protestoya li Qoserê kirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li navçeyên Qoser û Midyadê hatin protestokirin. Polîsan êrîşî çalakiya protestoyî kirin, 4 zarok hatin binçavkirin.
-
Qamişlo şehîdên xwe oxir kir
Şervanên YPG’e û YPJ’ê yên li Şengal û Holê şehîd ketin, bi merasîmeke tevlibûna hezaran kesî li Şehîdgeha Delîl Saroxan a Qamişloyê hatin oxirkirin.
-
-
-
-
-
Ji tîmên taybet peyama ‘Yeşîl’
Tîmên taybet ên li Amedê girtin ser Meclîsa Taxekê li ser dîwarê derve yê meclîsê weke berî niha li navçeya Sûrê hatibû dîtin, bi qesta Mehmût Yildirim ‘Yeşîl’ “Yeşîl li vir e” nivîsandin.
-
-
-
-
KCK: Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku ew ji şerê li Xûrmatû yê di navbera hêzên pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şebî de bi fikar in. KCK'ê bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî rabin.
-
-
-
-
-
Piştî 7'ê Hezîranê li Wanê 216 kes hatin binçavkirin
Li Wanê, dinavbera hilbijartinên 7'ê Hezîranê-1'ê Mijdarê de bi giştî 216 xebatkarên HDP û DBP'ê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' hatin binçavkirin û hevşaredar, rêveberên navçeyan û endamên encumeniyê jî di nav de 61 kes hatin girtin.
-
-
Polîsan li Nisêbînê kesek birîndar kirin
Li navçeya Nisêbînê piştî qetilkirina Selamet Yeşîlmen û birîndarkirina 7 welatiyan, vê êvarê jî welatiyê bi navê Suleyman A. ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin.