Azadkirina Şengalê wê li Emmerîchê bê pîrozkirin
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, wê azadkirina Şengalê bi pêşengiya hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê, li bajarê Emmerîchê bi şahiyekê pîroz bike.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, wê azadkirina Şengalê bi pêşengiya hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê, li bajarê Emmerîchê bi şahiyekê pîroz bike.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Şaxê Kleveyê, wê azadkirina Şengalê bi pêşengiya hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê, li bajarê Elmanya Emmerîchê bi şahiyekê pîroz bike.
Meclîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku 13'ê Mijdara 2015'an ji bo wan cihê kêfxweşî û serfiraziyê ye û diyar kir ku ew ê vê roja azadkirina Şengalê di 22'ê Mijdarê roja Yekşemê li bajarê Emmerîchê bi şahiyekê pîroz bikin.
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya Êzidî û Kurdistaniyên li herêma Emmerîchê dijîn hat kirin ku beşdarî pîrozbahiya azadkirina Şengale bibin.
Pîrozbahî wê di 22.11.2014, li Mala Êzidiyan a Emmerîchê ya li navnîşana Ossenbrûch 2, saet di 16:00 de destpê bike.