Gelê Kerkûkê nerazîbûn nîşanî şerê li Xûrmatû da
Şerê li navçeya Xûrmatû ya parêzgeha Selahaddîn ê di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan û hedefgirtina gelê sivîl ji aliyê Heşd El Şebî ve, rastî nerazîbûna gelê Kerkûkê hat.
Şerê li navçeya Xûrmatû ya parêzgeha Selahaddîn ê di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan û hedefgirtina gelê sivîl ji aliyê Heşd El Şebî ve, rastî nerazîbûna gelê Kerkûkê hat.
Şerê li navçeya Xûrmatû ya parêzgeha Selahaddîn ê di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan û hedefgirtina gelê sivîl ji aliyê Heşd El Şebî ve, rastî nerazîbûna gelê Kerkûkê hat.
Ji bo balê bikişînin ser bûyerên li navçeya Kerkûk Xûrmatû, bi pêşengiya Komalay Gencanî Welatparêz, Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi beşdariya gelek derdoran li bexçeyê kela Kerkûkê roja 16'ê Mijdarê saet di 16:00 de daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de, hedefgirtina gelê sivîl bi tundî hat şermerzarkirin û anî ziman ku Xûrmatû xwedî gelek nasnameyên etnîkî ye û hin derdor hewl didin bi derxistina şerê mezhebî re Kurdan ji navçeyê bidin koçkirin.
'TESLÎMIYET MIRIN E, BERXWEDAN JIYAN E'
Di destpêkê de li ser navê Komalay Gencanî Welatparêz Komal Serhed Seyîd axivî û anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd tên kirin bêdeng nemînin û di çarçoveya xweparastinê de gel biparêzin.
Seyîd got, "Weke tevgera ciwanan a Başûrê Kurdistanê, em xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin. Yek ji pîvanên bingehîn ên felsefeya me, xweparastin e. Li hemberî her şêwe êrîşên li dijî gelê me em ê bikevin nava rewşa xweparastinê. Weke tevger em careke din hişyar dikin; li hemberî her êrîşeke li dijî gelê sivîl em amade ne gelê xwe biparêzin û em ê biparêzin. Teslîmiyet mirin e, berxwedan jiyan e."
'DI DEMEKE BI VÎ RENGÎ DE EV ÊRÎŞ RASTHATIN NÎNE'
Daxuyaniya çapemeniyê jî li ser navê Tevgera Azadî ji aliyê Heval Mewlûd ve hat dayîn. Mewlûd ragihand ku di vê dema li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewletên Mêtînger têkoşîneke bêman dimeşîne de, şerê di milîsên heşd El Şebî yê li Xûrmatû li dijî Kurdan, rasthatinek nîne. Mewlûd got, "Di demeke ku gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke mezin dimeşîne de, êrîşa Heşd El Şebî li hemberî gelê Kurd rasthatinek nîne. Aliyên siaysî yên îro li herêmê desthilatdar in, berpirsyarê vê tevlîhevî û şer e. Nasnameyên etnîkî yên li Xûrmatû bi sedan salan e bi hev re dijîn, îro li hemberî hev tên sorkirin û tê xwestin ku şerekî mezhebî bê derxistin. Weke Tevgera Azadî em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku li hemberî bûyerên li Xûrmatû diqewimin helwesteke bi berpirsyarî nîşan bidin. Bêyî ku dereng bikevin, divê bikevin nava tevgerê. Pêwîste pêşî li zerara can û malê gel bê girtin."
'TÊ XWESTIN KU ŞERÊ MEZHEBÎ BÊ DERXISTIN'
Ji Kerkûkiyan endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Abdulvahap Ehmed ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku eger pêşî li vî şerî neyê girtin, wê rewşeke ku nema bê kontrolkirin derkeve holê. Ehmed got, "Xûrmatû herêmeke ku gelek nasnameyên cuda bi hev re lê dijîn e. Hin hene dixwazin li vê herêmê şerê di navbera nasnameyan de derxînin. Gelên bi hev re di nava aştî û biratiyê de dijîn, dixwazin li hev bikin dijmin û kaosê derxînin. Eger ev yek pêk were, wê pêvajoyeke gelekî xetere destpê bike û Başûrê Kurdistanê û Iraq ji hemû şeran giran wê zerarê bibînin."
Hesî Nûredîn jî, di serî de PDK rexne li hemû partiyên ji Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, ku bi zextê re koçberî li ser gelê Kurd tê ferzkirin û xwest, li hemberî van zextan yekîtî were afirandin. Nûredîn da zanîn ku helwesta PDK'ê pêşî li yekîtiya Kurdan a li dijî dijminan digire û got, "Ev yek jî dibe sedem ku gelê Kurd ji hev belavbûyî be. Gelê me yê li herêma Germiyanê dijî, di dema rejîma Baas re gelê ku herî zêde komkujî û zext dîtiye. Gelê me yê li vê herêmê ku tevî hemû zext û zordariya rejîma Baas jî cih û warên xwe neterikand, niha bi zor, zext û tirsa hin komên din ên çekdar hewl tê dayîn bê koçberkirin. Li hemberî van zextan pêwîste em li cem gelê xwe bin. Bang li hemû aliyên siyasî dikin ku bi berpirsyarî û hevpar tevbigerin."
Endamê tevgera Ciwanan Komal Serhed Seyîd jî anî ziman ku ew ê bi xweparastinê re gelê xwe li hemberî milîsên heşd El Şebî biparêzin.
Rebîn Mecît qebûlkirina hêzên Heşd El Şebî li Kerkûkê rexne kir û ragihand, ku li navçeyekê hebûna du hêzên leşkerî dezavantajên xwe hene. Mecît da zanîn ku berpirsyarê van bûyerên diqewimin, rêveber bi xwe ne û got, "Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê qebûl nekiribûya milîsên heşd El Şebî bên herêmê, ev pirsgirêk wê rû nedabûna. Ev êrîş wê li hemberî gelê me nehatibûya kirin. Bi vê wesîleyê bang li ciwanên Kurdistanê dikim; Li dijî êrîşên milîsên Şîa derkevin û nehêlin malên gelê me talan bikin."