Piştî 7'ê Hezîranê li Wanê 216 kes hatin binçavkirin

Li Wanê, dinavbera hilbijartinên 7'ê Hezîranê-1'ê Mijdarê de bi giştî 216 xebatkarên HDP û DBP'ê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' hatin binçavkirin û hevşaredar, rêveberên navçeyan û endamên encumeniyê jî di nav de 61 kes hatin girtin.

Li Wanê, dinavbera hilbijartinên 7'ê Hezîranê-1'ê Mijdarê de bi giştî 216 xebatkarên HDP û DBP'ê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' hatin binçavkirin û hevşaredar, rêveberên navçeyan û endamên encumeniyê jî di nav de 61 kes hatin girtin.

Hikûmeta AKP'ê ya ku di 7'ê Hezîrana 2015'an de ji desthilatdariyê ket, li bajarê Wanê ku dengekî zêde winda kir, bi zêdekirina operasyonên xwe yên qirkirina siyasî re heta hilbijartinên 1'ê Mijdarê 261 kes girt. Di nava kesên hatin binçavkirin de hevşaredarên Erdîş, Qerqelî, Artemêtan, rêveberên HDP-DBP'ê yên Navçeyan û endamên encumeniyê jî hene.

Hikûmeta AKP'ê ku hema bêjin hemû xebatkarên HDP û DBP'ê girt, di heman demê de li hemberî hevserokên bajêr û bi sedan kesan de bi hincetên cuda lêpirsîn da destpêkirin. Zêdeyî sed kesên serbest hatin berdan jî bi şertê kontrolê, hatin berdan.

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Munîr Aras li ser zext û girtinan ji me re axivî û anî ziman ku konsepteke beriya hilbijartinên 7'ê Mijdarê bi qanûnan re hat diyarkirin, piştî ku AKP ji desthilatdariyê ket, xistin meriyetê.

Aras diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vîna gel xesp kir, ji bo careke din bibe desthilatdar mirin û girtin xist meriyetê û anî ziman ku di bin gotina Serokwezîr Davûtoglû ya li Wanê de, ev heye ku Davûtoglû Torosên Spî bibîr xistibû.

Aras ragihand ku tevî hemû zextan jî gelê Kurd wê dest ji jiyaneke azad û demokratîk bernede û got, "Têkoşîna gelê Kurd a li hemberî zilmê wê welatê me ji dîktatoriyê rizgar bike û gelên Rojhilata Navîn azad bike. Beriya 7'ê Hezîranê agahî gihaşt ber destê me ku lîsteyek ji 200 kesan hatiye amadekirin û ew ê bên binçavkirin. Ev yek pêk hat. AKP çi dike bila bike, gelê Kurd biryara xwe daye û tevî zilma 1'ê Mijdarê jî, ev vîna xwe careke din nîşan daye."

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî jî der barê zextan de agahî da û got, "AKP a ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dît ku di nava rewşeke normal û demokratîk de nikare di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji bo bandorê li encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê bike, dest bi meşandina polîtîkayeke din kir. Bi tedbîrên polîsiye yên li gelemperiya Tirkiyeyê û bi hemû derfetên dewletê re hewl da encamên hilbijartinê li gorî xwe li hev bîne. Mînaka herî şênber a vê rastiyê îspat dike; zext, binçavkirin û girtina rêveberên partiya me, girtina hevşaredarên me ye. Ji bo çavê gel bitirsîne ket nava hewldaneke bi vî rengî. Bûyerên li Wanê qewimîn, berhemeke vê konseptê ye. Yên li Wanê hatin girtin, tevlî ti çalakiyeke derveyî qanûnî nebûne. Di mijara girtina Hevşaredaran de em vê rastiyê bi zelalî dibînin. Hevşaredar ji ber ku tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bû hat girtin. Ev yek skandalek e. Ev jî nîşan dide ku AKP'ê bi gef, zext û bi zorê deng daye hev. Tevî van hemû zext û zordariyan jî HDP'ê careke din bend derbas kiriye û serketineke mezin bi dest xistiye."