Meclîsa Avaker a Şengalê şervanên azadiyê spas kir
Meclîsa Avaker a Şengalê hemû hêz û aliyên di rizgarkirina Şengalê de ked dane û alîkarî dane gelê Êzidî û koçberên Êzidî spas kir.
Meclîsa Avaker a Şengalê hemû hêz û aliyên di rizgarkirina Şengalê de ked dane û alîkarî dane gelê Êzidî û koçberên Êzidî spas kir.
Meclîsa Avaker a Şengalê hemû hêz û aliyên di rizgarkirina Şengalê de ked dane û alîkarî dane gelê Êzidî û koçberên Êzidî spas kir.
Meclîsa Avaker a Şengalê piştî ku di 13'ê Mijdarê de Şengal ji aliyê şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin daxuyaniyek nivîskî weşand, hemû hêz û aliyên destek dane operasyona azadkirina Şengalê kir.
Meclîsa Avaker a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew îro kêfxweşin û wiha got: "Piştî ku DAIŞ'ê 15 mehan Şengal û derdora wê dagir kir, Êzidiyan ji destê wan êş, kuştin, koçberî, talan, revandin û hwd. dîtin. Bi serketina li hemberî hêzên tarî û DAIŞ'ê re, îro em kêfxweşin. Bi boneya rizgarkirina Şengalê em pîrozbahiyê li gelê Iraq, bi tevahî gelên demokratîk û bi taybet gelê Êzidî dikin. Em bi hêvî ne, bi rizgarkirina kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin, keyfxweşiya me biçe serî."
Meclîsa Avaker a Şengalê di berdewama daxuyaniya xwe de bi taybet hêzên HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengalê spas kir û wiha pê de diçe: "Bi vê boneyê em spasiyan xwe pêşkêşî van aliyan dikin. Spasî û destxweşiya şervanên beşdarî operasyona rizgarbûna Şengalê bûne dikin, bi taybet hêzên HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengalê û aliyên din. Ewên ku têkoşîna wan li Şengalê salek û 3 mehan berdewam kir û gelê me li çiyayê Şengalê parastin. Ji bo hêzên YPG û YPJ'ê yên korîdora mirovî, ji çiyayê Şengalê heya Rojava vekirin, ji bo ku bi hezaran malbatan rizgar bikin.
Spasî ji bo Kantonên Rojavayê Kurdistanê, ji bo hevkariya wan a ji 3'ê Tebaxa 2014'an de ji gelê Êzidî yê li Çiyayê Şengalê re kirin. Her wiha ji bo pêdiviyên jiyanî alîkar kirin.
Em spasiya hêzên koalîsyona navneteweyî dikin, ji bo wan derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan û ji bo şervanan dibûn alîkariyek. Spasî ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê ya bi koçberên Şengalê re kir.
Spasî ji bo hikûmet, gelê Herêma Kurdistanê, Kanton û gelê Rojavayê Kurdistanê, gelê Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo alîkariya dane koçberên Êzidî.
Spasî ji bo lêvegera Olî Ayetula Elî Sîstanî û hemû lêvegerên olî yên xwedî helwestên mirovî li hemberî pirsgirêka Êzidiyan."