Ji bo meşa 21'ê Mijdarê ya li Hannoverê banga tevlîbûnê
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê, wê di 21'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Hannoverê meşa "Li Şengalê rêveberiya xweser, ji YBŞ'ê re fermiyet" lidar bixe. Ji bo vê meşê banga tevlîbûnê hat kirin.
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê, wê di 21'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Hannoverê meşa "Li Şengalê rêveberiya xweser, ji YBŞ'ê re fermiyet" lidar bixe. Ji bo vê meşê banga tevlîbûnê hat kirin.
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê, wê di 21'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Hannoverê meşa "Li Şengalê rêveberiya xweser, ji YBŞ'ê re fermiyet" lidar bixe. Ji bo vê meşê banga tevlîbûnê hat kirin.
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist ku warê Êzidiyan Şengal, ji ber kêmasiyeke mezin a ewlekariyê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên tecawizkar û barbar ve hat dagirkirin.
Meclîsê diyar kir ku ev kêmasiya ewlekariyê, bêyî berxwedanê xwe vekişandina bi hezaran pêşmergeyên ser bi PDK'ê ne û got, "Çeteyên DAIŞ'ê ku ev qelsiya gelekî giran a ewlekariyê ji xwe re weke firsendê dîtin, di demeke gelekî kurt de êrîşî Şengal û beşeke mezin a gundên Şengalê kirin. Li gorî hejmarên fermî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin ragihandin, li pêş çavên cîhanê bi deh hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û dîl hatin girtin. Misilmantî ferz kirin û keç û jin li bazarên koleyan firot in, bi sed hezaran Êzidî sirgûn kirin. Di rêya sirgûniyê de extiyar, jin, zarok bi sedan mirov di germa Tebaxê de, ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Komeke ji gerîlayên PKK'ê ku hingî li çiyayê Şengalê bi cih bûbûn, bi berxwedaneke lehengî nehiştin ku asta komkujiyê mezin bibe."
Melîsa Dîasporayê ya Şengalê da xuyakirin ku hêzen YPG/YPJ ên li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke mirovahiyê ya destanî nîşan didin, di navbera Şengal û Rojava de zêdeyî 70 şehîd dan û korîdoreke însanî vekirin û wiha dewam kir:
"Berxwedana koma gerîla û hêzên YPG/YPJ'ê bi hefteyan di medya cîhanê de hat nirxandin û ji aliyê mirovahiyê ve hat teqdîrkirin. Pîvana xweparastinê ku ji bo mirovan nebe nabe, careke din bi awayekî zelal xwe raxist pêş çavan ku li erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn çiqasî girîng e. Di heman demê de 73 fermanên bi ser Êzidiyan de rabûn nîşan da ku Êzidî di kîjan astê de ji hêza xweparastinê bêpar in. YBŞ di 19'ê Mijdara 2014'an de ji bo vê rêveçûnê bisekinîne, gaveke dîrokî avêt û îlana xwe pêk anî. Di nava demeke gelekî kurt de, ji bo Şengalê ji barbarên DAIŞ'ê rizgar bike û xweparastinê bigihîne zemîneke mayînde, xwe bi rêxistin kir. Di 14'ê Çileya 2015'an de Meclîsa Xwerêveberiyê ya Şengalê hat ragihandin. Û weke ku îro çêtir tê dîtin, xaka Şengalê ya pîroz bi piştgiriya hev a HPG/YPJ Star, YPG, YPJ Şengal û YBŞ'ê, ji çeteyên DAIŞ'ê yên barbar hat rizgarkirin."
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê bang li şoreşger, demokrat û sosyalîstan kir ku di 21'ê Mijdara 2015'an de beşdarî meşa li Hannoverê bibin û daxwaza statuya xweser a Şengalê û naskirina YBŞ'ê li qada navneteweyî, bînin ser ziman.