Yildirim: Nisêbîn bi komkujiyê re rû bi rû ye

Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim diyar kir navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku dorpêça dewletê ya ketiye roja 5. bi komkujiyekê re rû bi rû ye.

Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim diyar kir navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku dorpêça dewletê ya ketiye roja 5. bi komkujiyekê re rû bi rû ye. Yildirim a ev 5 roj e li maleke li Taxa Yeşîlkent asê maye û ji ber vê tevlî merasîma sondxwarinê ya îro li Meclîsê nebû, diyar kir ku dewlet li Nisêbînê bi çekên giran qadên sivîlan gulebaran dike û 5 kes bi giranî birîndar bûne. Yildirim a ji ANF’ê re axivî got: “Niha navçe di bin dorpêçê de ye. Elektrîk nîne bomberdûmaneke giran tê kirin. Êdî ava vexwarinê jî nemaye.” Yildirim destnîşan kir ku peyama  “Yan hûn ê bîat bikin yan jî bimirin” didin gel û diyar kir gelê Kurd berdêla wê mirin be jî wê dest ji sekna xwe ya bi rûmet bernede.

Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan li maleke Taxa Yeşîlkent ku bi tenê cadeyekê ji taxên Abdulkadîr Paşa û Newroz ên li Nisêbînê vediqete û pevçûnên herî dijwar lê diqewimin, asê mane. Yildirim ragihand ku kesên derdikevin ber derî ji aliyê dewletê tên gulebarankirin, rewşa herî dawî wek xeteriyek mezin pênase kir.

Yildirim got, “Niha tevahî bajar di bin dorpêçê de ye. Elektrîk tineye û bomberdûmanek pir zêde heye” bal kişand ku êdî mirov nikarin ava vexwarinê bibînin. Yildirim diyar kir ku nizanin bê ka wê kengî ev hovîtî bi dawî bibe û ji bo bidawîkarina qedexeya kolanan jî ji axaftinên bi walî re ti encam negirtine, berevajî şîdeta êrîşan zêdetir bûye. Yildirim destnîşan kir ku dewlet bi çekên giran taxan gulebaran dike û îro 5 kes birîndar kirine.

‘DEWLET WEK ÊRÎŞÎ WELATEKÎ DIJMIN DIKE ÊRÎŞ DIKE’

Yildirim ji ber li Nisêbînê di malekê de asê maye tevlî merasîma sondê ya li Meclîsê nebû, wiha axivî: “Gelek bi vî şiklî bi komkujiyan re rû bi rû be, em ê çawa tevlî vê sondê bibin. Em li vir asê mane, elektrîk tineye, kêm maye şarjên me bi dawî bibin. Kesên derdikevin kolanan tên gulebarankirin. Îro li ber deriyên xwe 5 kes wiha hatin gulebarankirin. Dayikek ji qirika xwe, mêrek ji her du lingên xwe, apekî pîr jî ji lingê xwe birîndar bû.” Yildirim bal kişand ku dewlet wek êrîşî welatekî dijmin dike êrîş dibe ser taxan, destnîşan kir ku li Nisêbînê bi komkujiyekê re rû bi rû ne. Yildirim wiha got: “Li hember vê zilmê ji me hemûyan zêdetir zarok bandor dibin. Her dengê çekan, teqînan tê, girî û qîrên zarokan li her derê belav dibin.”

‘LI HEMBER DAXWAZA GELEKÎ YA XWERÊVEBERIYÊ BI TANK Û TOPAN BERSIV HOVÎTÎ YE’

Yildirim destnîşan kir ku îro şîdeta li Kurdistanê bikar tînin wek a terora DAIŞ’ê ye, da xuyakirin ku li hember daxwaza gelekî ya xwerêveberiyê, bi rejîmeke Qesrê ya ku bi tank û topan bersivê dide rû bi rû ne. Yildirim wiha berdewam kir: “Eger çareserî li ser maseyê pêk tê û wê rê li demokratîkkirina Tirkiyeyê veke, di pirsgirêkeke 40-100 salî de wê tevkariyê bike. Eger ti li hember daxwaza gelekî ya bi rengê xwe dixwaze bijî bi tankan, topan û îmhayê bersiv dide, êdî ev zîhniyet ne bi faşîzm ne jî bi dîktatoriyê tê pênasekirin. Ev hovîtiyek pir aşkera ye. Berhemên hovîtiya DAIŞ’ê ya bi dijmintî berê xwe daye gelan û cîhan di nav xwînê de hiştiye ev e.”

PEYAMA ‘AN HÛN Ê SERÎ BITEWÎNIN AN JÎ BIMIRIN’ DIDIN GELÊ KURD

Yildirim nivîsên tîmên taybet ên li ser dîwarên Farqînê nivîsandine mînak da û destnîşan kir ku peyama, “An hûn ê serî bitewînin an jî bimirin” didin gelê Kurd. Yildirim bal kişand ku Qesr û hikûmeta AKP’ê Kurdên bi rûmeta xwe, bi rengê xwe dixwazin di nav demokrasiya Tirkiyeyê de bijîn qebûl nakin. Yildirim bi bîr xist ku gelê Kurd berdêla wê mirin jî be wê dest ji sekna xwe ya bi rûmet bernede. Yildirim ji gelê Tirkiyeyê xwest ku li hember vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Êdî pêwîst e gelê Tirkiyeyê li hember van komkujiyan, li hember vê zilmê dengê xwe bilind bike. Ev tiştên tên jiyîn tenê ne pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka tevahî civaka Tirkiyeyê ye. Dengderxistin berpirsiyartiyek wijdanî ye.”