Polîsan li Nisêbînê kesek birîndar kirin
Li navçeya Nisêbînê piştî qetilkirina Selamet Yeşîlmen û birîndarkirina 7 welatiyan, vê êvarê jî welatiyê bi navê Suleyman A. ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ligel hemû êrîşên polîsan û qedexeyê jî gel kolanên xwe naterikîne û di nav berxwedanê de ye. Ligel barîna zêde ya baranê jî gel li kûçe û kolanan di nav berxwedanê de ye û nahêle polîs bikeva taxan. Di nav 3 rojên dawî de di encama gulebarandina polîsan de jina bi navê Selamet Yeşîlmen a dayika 5 zarokan jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndar bûn. Herî dawî jî di saetên êvarê de polîsan ji wesayîta zirxî ya li ser kolana Çaxçaxê, welatiyê bi navê Suleyman A. yê 65 salî ku diçû mala keça xwe gulebaran kir û welatî ji ranê xwe yê çepê birîndar bû.
Welatiyên taxê, birîndar hildan malekê û ew derman kirin. Hate ragihandin ku rewşa welatiyê birîndar baş e.