Fermandarê HSD'ê: Em ji bo Sûriyeyeke Demokratîk û Rojava ya Xweser têdikoş in
Fermandarê HSD'ê Hakî Kobanê da xuyakirin ku pêngava wan a di 31'ê Cotmehê de li başûrê Hesekê destpê kir û bi azadkirina Holê bi encam bû, serketineke gelekî girîng bi dest xistiye û destnîşan kir ku operasyonên wan wê bidomin.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
HESEKÊ
sêşem, 17 sermawezê 2015, 09:48
Rêveberê Bûrkan El Firat û Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hakî Kobanê da xuyakirin ku pêngava wan a di 31'ê Cotmehê de li başûrê Hesekê destpê kir û bi azadkirina Holê bi encam bû, serketineke gelekî girîng bi dest xistiye û destnîşan kir ku operasyonên wan wê bidomin.
Fermandarê HSD'ê Hakî Kobanê da xuyakirin ku ew bi koalîsyona navneteweyî re tevdigerin û rewşa li herêmê, tevgera wan a ji niha û pê ve ji ANF'ê re nirxand.
Kobanê got, "Pêngava me ya ku di 31'ê Cotmehê de destpê kir, di 13'ê Mijdarê de bi azadkirina Holê re bi dawî bû. Di vê pêngavê de Hol, Xatûniyê, Gola Xatûniyê, kampa penaberan û bi dehan gundên embarên genim jî di nav de hene, ji çeteyan hatin paqikirin. Bi kurtasî pêngava başûrê Hesekê ya ku Hol jî di nav de ye bi awayekî serketî bi dawî bû."
HSD PÊŞEROJA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E
Fermandar Hakî Kobanê da xuyakirin, ku her çend pêngava wan a destpêkê bû jî, di asteke ku gelek derdoran nikarîbûn texmîn jî bikin serketinên mezin bi dest xistiye û anî ziman ku ev yek ji bo pêkhateyên HSD'ê bûye tecrûbeyek.
Kobanê ragihand ku paqijkirina herêmê ji bo Sûriye û gelê herêmê destketiyeke girîng e û ev nirxandin kir: "Di demeke ku li qada navneteweyî nîqaş li ser Sûriyeyê tê kirin de, pêngava me, yek ji navendên girîng ên çeteyan Hol û Gola Xatûniyê ji çeteyan paqij kir. Tevî serketinên leşkerî, pêngava me ji aliyê siyasî ve jî ji bo pêşeroja Sûriyeyê û herêmê encamên gelekî girîng derxist holê. Bêguman dema mirov li Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad bifikirin, divê beriya her tiştî herêm ji van çeteyên bûne belayê serê mirovahiyê bê paqijkirin û bê azadkirin. Gelê me yê herêmê destekeke zêde da pêngava me. Ev tevlîbûn ji bo pêşeroja Sûriyeyeke demokratîk rewşeke girîng e. HSD pêşeroja Sûriyeyeke demokratîk e."
'EM BI KOALÎSYONÊ RE TEVDIGERIN'
Fermandarê HSD'ê Hakî Kobanê diyar kir ku weke HSD'ê têkoşîna wan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ne tenê ji bo herêmekê ye û got, "Komkujiya li Parîsê careke din nîşan da ku ev çete li qada navneteweyî jî li dijî mirovahiyê gefek e. Lewma ev têkoşîna em li hemberî DAIŞ'ê dimeşînin, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Xwedî hemû nirxên mirovahiyê ye.
Ji ber vê yekê, em van operasyonan bi kaolîsyona navneteweyî re dimeşînin. Hîmekî wê yê bingehîn, hêzên hewayî ye ku ji hêzên navneteweyî pêk tê. Ev her du hêz bi hev re tevdigerin û encamên girîng werdigirin."
'EM KOMKUJIYA LI PARÎSÊ ŞERMEZAR DIKIN'
Kobanê di dewama axaftina xwe de komkujiya li Parîsê şermerzar kir û got, "Em êşa gelê Fransayê parve dikin. Em dixwazin bê zanîn ku têkoşîna me di heman demê de ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dane, ye. Li dijî van çeteyên li derveyî mirovahiyê, girîng e weke gelên cîhanê em dest bidin hev. Ne tenê dewlet, divê gel jî dest bidin hev û li hemberî van çeteyan têbikoş in. Tê zanîn ku li ser rûyê erdê, yekane hêza li dijî çeteyên DAIŞ'ê disekine û wan têk dibin, pêkhateyên HSD'ê ne. Ji ber vê yekê divê HSD hîn bêhtir bê destekkirin û bi taybetî zext li welatên destekê didin çeteyan, bê kirin."
BANDORA SERKETINÊN ŞENGAL Û HOLÊ
Fermandar Kobanê bal kişand ser serketinên li Şengal û Holê û destnîşan kir ku ev yek ji bo wan pêşketineke gelekî girîng û serketineke mezin e. Kobanê got, "Çeteyan li Şengalê komkujiyên mezin kirin. Şengal ji bo Êzidiyan û tevahiya gelê Kurd xwedî wateyeke pîroz e. Rizgariya Şengalê cihê kêfxweşiyê ye. Çeteyan herêmên Hol û Şengalê, ji bo derbasbûna navbera Sûriye û Iraqê weke korîdorekê bi kar dianîn. Qutbûna vê korîdorê, rizgariya Şengal û Holê ji çeteyan di heman demê de derbeke mezin li çeteyan xistiye. Vîna van çeteyan êdî şikestiye. Ev pêngav, pêvajoya qedandina DAIŞ'ê hîn bêhtir lezandiye."
JI BO PAQIJKIRINA HERÊMÊ JI MAYÎNAN DIVÊ ALÎKARÎ WERE DAYÎN!
Der barê paqijkirina herêmê ji mayînan de Kobanê wiha axivî: "Me navenda Holê ji çeteyan paqij kirin. Lê belê hînê me bi temamî kontrol nekirine. Çete dema reviyan gelek xefikên bombeyî û mayîn li dû xwe hiştin. Lewma niha ne guncaw e ku mirovên sivîl vegerin. Di çarçoveya pêngavê de me gelek gund ji çeteyan paqij kirin. Me gelek ji van gundan ji mayînan paqijkirin û ji vegera gel vekirin. Ji bo em tevahiya herêma ji çeteyan paqij kirine karibin pêşkêşî gel bikin, em li bendê ne ku ji qada navneteweyî destek ji me re bê dayîn. Di vî warî de hêzên pispor ên paqijkirina herêmê ji mayînan, divê destekê bidin hêzên me. Lewma em bang li hêzen navneteweyî dikin."
GELÊ HERÊMÊ DESTEKEKE MEZIN DA
Fermandarê HSD'ê Hakî Kobanê da xuyakirin ku gelê herêmê di dema pêngavê de destekeke mezin daye wan û destnîşan kir ku tevî desteka madî desteka manewî jî dan wan.
Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve Kobanê got, "Me pêngava destpêkê ya HSD'ê bi awayekî serketî bi cih anîn. Heta ku li ser vê xakê çete hebin, wê pêngav û operasyonên me bidomin. Pêngava me wê ji bo pêşerojê ronahiyek be. Serketin bêguman wê pêk were."