KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê jinek birîndar bû
Li Taxa Yavûz Selîm a Nisêbînê jina bi navê Rabîa Bagtûr a 35 salî ji parçeyên şarapnelê birîndar bû. -
Li Geverê Meclîsa Jinan hat avakirin
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo jin di rêveberiyên xwecîhî de bêtir xwedî maf bin Meclîsa Jinan hat avakirin. -
Malbatên Roboskî 203 hefte ne li edaletê digerin
Malbatên Roboskî di hefteya 203'emîn a qetlîamê de li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev û daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman. -
Hevşaredarên Dîgorê hatin girtin
Hevşaredarên Dîgorê piştî polîsên maliyê bi ser şaredariyê de girtin û tevî hevşaredar Ekrem Bîngul û Şengul Erkmen xebatkarên şaredariyê hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Gelê Qamişlo ber bi sînorê Nisêbînê ve meşiya
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 5’an, Meclîsa Gel a Qamişlo û ciwanên Rojava ber bi sînor ve meşek li dar xistin. -
Artêşa Tirk dîsa êrîşî sînorê Kobanê kir
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Kobanê dewam dikin, duh bi şev jî êrîşî gundê Sibiqran ê dikeve rojhilatê Kobanê, kir. -
Ji bo Yeşîlmen mewlûd hat dayîn
Keça Selamet Yeşîlman a ji aliyê polîsên Tirk hatibû qetilkirin, Fîlîz Yeşîlmen got: “Dayika min ji bo jinek Kurd a bi rûmet bû û bajarê xwe neterikand hedef hat girtin.” -
Terora dewletê ya li Nisêbînê hat protestokirin
Li Şirnexê bi sedan xwendekar ji bo piştevaniya berxwedana gelê Nisêbînê meşiyan. -
Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranîn
Aktîvîstên KJA'yê bi munasebeta 25'ê Mijdarê çûn ser gora gerîlaya HPG'ê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji hêla leşkeran ve hatibû teşhîrkirin. -
Saziyên Civaka Sivîl ên Mêrdînê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin
Saziyên civakî yên Mêrdînê ji bo Nisêbînê ku ev 7 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike ketin nav liv û tevgerê. -
Komalên Ciwan ji bo Nisêbînê banga çalakiyan kir
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga li gel kir ku xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve û dakeve kolanan. -
Êrîş û bomberdûmanên artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana ji aliyê artêşa Tirk ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Qeymeqamê Xûrmatû: Li hev hat kirin, ewlekarî wê di destê hêzên hevpar de be
Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul, civîna ku dawî li aloziya li navçeye anî û destayên peymana li ser li hev hat kirin, ji ANF'ê re nirxand. -
Êrîşên çeteyan hatin paşdexistin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li kantonên Kobanê û Cizîrê hatin paşdexistin. -
Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Guler piştî 59 rojan anîn Riha
Yek ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, 59 roj şûnde cenazeyê wî radestî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anîn Rihayê. -
Wekîlên HDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin
Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê ji bo pêkanînên rewşa awarte yên li Nisêbînê û terora dewletê were rawestandin, li ser Rêya Îpekê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Îgrek: Li Şengalê wê gel biryara her tiştî bide, divê PDK hurmetê nîşan bide
Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek destnîşan kir, ku hêza herî mezin a rê li ber azadiya Şengalê vekir PKK ye, ku di nava hemû şert û mercan de civaka Êzidî ti carî bi tenê nehiştiye. -
Cenazeyên şervanên azadiyê Newres û Ferman hatin veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Newrez Heqî û şervanê YPG'ê Ferman Bahoz li Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Cizîrê jiyan heye!
Li Cizîrê, ku yek ji cihên xendek di destpêkê de lê hatin kolandin e, gel mîna roja destpêkê bi biryar e. Xendek hînê li şûna xwe ne û kes qala çûyînê nake. Şêniyên taxê bi xendekan re dijîn. Bi kurt û kurmancî: Li Cizîrê jiyan heye. -
Desteya Parastinê ya Kobanê: Divê Tirkiye li gorî hiqûqa cîrantiyê tevbigere
Desteya Parastinê ya Kobanê, der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên YPG'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Farqînê gelek kes hatin binçavkirin
Li Farqînê, piştî dorpêçiya 12 rojan, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser hin malan û zarok jî di nav de gelek kes kirin binçavan. -
Bayik: Dema astengiya Tirkiyeyê hat rakirin, wê DAIŞ biqede
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Dema astengiya Tirkiyeyê ji holê were rakirin wê ev bê wateya dawiya DAIŞ’ê" û destnîşan kir ku HSD xwedî wê hêzê ye ku di demeke kin de Cerablûs û Reqqayê ji DAIŞ'ê paqij bikin. -
Krîza penaberiyê ya li Rojhilata Navîn bandora herî mezin li Kurdistanê dike
Koçberiya ji ber şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn rû dide, herî zêde bandorê li Kurdistanê dike. Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hejmara penaberan derketiye asteke welê ku dikare bandorê li demografiya herêmê bike. -
Li Basel, Dusseldorf û Munchenê çalakiyên 'edaletê'
Li Basel, Dusseldorf û Munchenê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê pêk hatin. -
HSD'ê pîrejineke ji nava mayînên çeteyan rizgar kir
Hêzên HSD'ê pîrejineke ku çeteyan di nava mayînan de ji bo mirinê hiştibûn, rizgar kirin.