BI DÎMEN

Gelê Qamişlo ber bi sînorê Nisêbînê ve meşiya

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 5’an, Meclîsa Gel a Qamişlo û ciwanên Rojava ber bi sînor ve meşek li dar xistin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 5’an, Meclîsa Gel a Qamişlo û ciwanên Rojava ber bi sînor ve meşek li dar xistin.

Meclîsa Gel a Qamişlo û Yekîtiya Ciwanan a Rojava (YCR) bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana gel a Nisêbînê ber bi sînor ve meşek li dar xistin. Gelê li sînor kom berê xwe da Nisêbînê û bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Nisêbînê”, “Bijî yekîtiya Kurdan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPJ-YPG” û li hemberî AKP û Erdogan dirûşm qîr kir. Li aliyê Nisêbînê jî gel derket ser banên xaniyan û bi dirûşman bersiv da gelê Qamişlo.

Heta berxwedana Nisêbînê bidome wê gel nobeda li ser sînor berdewam bike. 

...