Malbatên Roboskî 203 hefte ne li edaletê digerin

Malbatên Roboskî di hefteya 203'emîn a qetlîamê de li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev û daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.

Malbatên Roboskî di hefteya 203'emîn a qetlîamê de li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev û daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.

Li gundê Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê malbatên ku 34 xizmên wan ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin di hefteya 203'emîn de li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev û daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.

Di çalakiyê de pankarta "Ji bo Roboskî edalet ji bo edaletê bila kiryar bên darizandin" hate vekirin û li ser navê malbatan Velî Encu axivî û diyar kir ku piştî qetlîamê heta niha bi hezaran mirovên bê guneh bi wan re heman qeder parve dikin û bi destê desthilatdariya AKP'ê ve bi hezaran mirov hatine qetilkirin.

Encu bilêv kir ku beriya 203 hefteyan xizmên wan bi bombeyan hatine qetilkirin û wiha axivî: "Xizmên me bi bombeyan qetil kirin. Ne tenê ew, ji ber ku edalet pêk neanîn her roj em jî xistin bin vî gorê. Li Enqere, Pirsûs, Beyrûd û Pirsûsê êrîşên ku hatin kirin berdewama heman ferasetê ye."

Encu nirxandina "Em dibînin ku tiştên ku li Roboskî hatin kirin li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê jî dixwazin bikin lê wê bi ser nekevin" kir.

JI BO EDALET Û AŞTIYÊ TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Encu anî ziman ku ew ê nobeta xwe ya edelatê di sala 4'emîn de jî berdewam bikin û ev tişt anî ziman. "Têkoşîna me wê heta dawî berdewam bike. Em ê vê yekê ne ji bo xwe ji bo pêşîlêgirtina qetlîaman pêk bînin û ji bo ku aştî li cîhanê pêk bê em ê bikin."