Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Guler piştî 59 rojan anîn Riha

Yek ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, 59 roj şûnde cenazeyê wî radestî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anîn Rihayê.

Yek ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, 59 roj şûnde cenazeyê wî radestî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anîn Rihayê. Hat ragihandin ku cenazeyê Guler rakirin morgê û di seatên êvarê de bi balafirê bibin Stenbolê.

Yek ji fermandarê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) roja 21'ê Îlonê di encama pê li mayina çeteyên DAIŞ'ê kiribû û li Rojava jiyana xwe ji dest da û piştî 59 rojan cenazeyê kurê xwe wergirt. Malbata Guler ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê û Walîtiya Rihayê dabû. Serlêdana malbatê bi hinceta ku biryara Desteya Wezîran heye nedan malbatê û li ser sînor dihat astengkirin.

Malbata Guler ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û bi hinceta ku "zerara madî û manewî çênebûye" serlêdan red kiribû.

Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) da. Malbatê li aliyekî mafê xwe bir platforma navneteweyî û li aliyekî din jî bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anî.

Di encama hevdîtinan de piştî 59 roj şûnde biryara wergirtina cenazeyê hat dayîn. Cenazeyê Guler ê ku 59 roj in li morga Nexweşxaneya Roj a Kantona Kobanê dihat ragirtin radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Guler ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê kirin û ji wir jî birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Guler birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.

Hat ragihandin ku cenazeyê Guler di seatên êvarê de bi balafirê bibin Stenbolê. Der barê merasîma definkirina cenaze li Stenbolê daxuyanî were dayîn.