Êrîş û bomberdûmanên artêşa Tirk dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana ji aliyê artêşa Tirk ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana ji aliyê artêşa Tirk ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer li ser herêmên Zap û Avaşînê digerin.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk hin herêmên li navçeya Amed Liceyê jî bombe kiriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 18'ê Mijdarê saet di navbera 08:00-08:30 de qereqola Bilican a li herêma Avaşînê; girê Şehîd Elîşêr, saet di navbera 09:00-10:00 de qereqola Oremarê; girên Şehîd Rizgar û Şehîd Firat bi hawan û katyûşa bombe kirin.

BI OBUS, HAWAN Û TANKAN BOMBE KIRIN

18'ê Mijdarê saet di navbera 07:00-07:30 de, qereqola Serbesta ya li herêm Metîna, hawan avêt Kuroşîno.

18'ê Mijdarê saet di navbera 09:00-10:00 de qereqolên Êrîş, Serê Sevê, Bilican û Şikêr ên li herêma Zapê; girê Karker, quntarên Çiyayê Reş, Dola Şivê, Şikefta Birîndaran, Dola Şehîd Umît û derdora gundê Nerve, roja 19'ê Mijdarê saet di navbera 00:00-03:30 de alaya Bilicanê; derdora xwe bi obus hawan û tankan bombe kirin.

BOMBERDÛMANA LI LICEYÊ

Roja 18'ê Mijdarê li sêgoşeya navçeyên Amed Lice, Hênê û Karazê, leşkerên li girê Bilbilêkê bi cih bû, top avêtin qadên Klîboga, gundê Elîgor, derdora Ziyaretê yên herêma Apê Mûsa ya li Liceyê.

LI ZAP Û AVAHÎŞÊ TEVGERA BALAFIRÊN ŞER

Roja 18'ê Mijdarê saet di navbera 18:00-23:00 de li herêmên Zap û Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin, di, heman demê de li ser herêma Zapê balafirên şer geriyan."