Li Geverê Meclîsa Jinan hat avakirin
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo jin di rêveberiyên xwecîhî de bêtir xwedî maf bin Meclîsa Jinan hat avakirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo jin di rêveberiyên xwecîhî de bêtir xwedî maf bin Meclîsa Jinan hat avakirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo jin di rêveberiyên xwecîhî de bêtir xwedî maf bin Meclîsa Jinan hat avakirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, Meclîsa Jinan a di bin banê şaredariyê de wê xebatên xwe bimeşîne hat avakirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li salona civînê ya şaredariyê de Meclîsa Jinan avakirina xwe îlan kir û hat diyarkirin ku ji bo jin di rêvebirina bajar de li cihê mafdar bisekinin wê xebat bên meşandin. Di civînê de Wekîla Hevşaredara Geverê Adîle Kozay axivî û got: “Zîhniyeta zilam serwer a dewletperest bi salan e ji cilên jinê heta dîroka wê ya zewacê diyar kiriye, jin tine hatiye hesibandin, ji cewhera xwe dûr hatiye xistin. Jin bê civak, civak jî bê jin hatiye hiştin.”
Kozay destnîşan kir ku bi dûrxistina jinê ya ji civakê, jin li xwe jî biyanî bûye û wiha ragihand: “Ji bo em pêşiya vê bigirin, ji niha û pê ve ji bo jin li her derê xwedî mafê axaftinê be, bi avakirina meclîsa xwe me gavek avêt. Li gel nûnertiyek baştir ên jinan li Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajar û konseya bajar a jinan, ji bo têkiliyên tevahî jinên bê rêxistin û yên rêxistinkirî bi civakê re pêş bikeve tevlî jiyanê bibe û di bin banê meclîsê de platforma xwe ya xweser ava bike, avakirina meclîsên jinan jî ewqasî girîng in.”
Piştre jî Alîkara Hevserokê Gonul Şedal axaftinek kurt kir û ev agahî da: “Ji niha û pê ve em ê xebatên xwe bi hev re bimeşînin. Ji tespîta pirsgirêkên taxan heta çareseriya wan em ê agahiyan bi hev re parve bikin, ji bo xebatên pêwîst jî em ê bi hev re biryaran bigirin. Li ser vî esasî em ê piştgiriya hevalên xwe yên kedkar bikin hedef.”
Bi rêbazê pêşniyaran hilbijartin pêk hatin û di encam de ji bo Desteya Rêveberiyê Asmîn Yazgan, Melîke Gungor, Sevîm Çogaç û Sebahat Guler; ji bo Berdevka Meclîsa Jinan jî Azîze Nejla Macît hat diyarkirin.