Cenazeyên şervanên azadiyê Newres û Ferman hatin veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Newrez Heqî û şervanê YPG'ê Ferman Bahoz li Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Newrez Heqî û şervanê YPG'ê Ferman Bahoz li Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Newrez Heqî û şervanê YPG'ê Ferman Bahoz li Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Yekînekyên Parastina Jin, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û sedan welatiyên kantona Kobanê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hatin cem hev da ku cenazeyên gerîllayê HPG’ê Newres Eto (Newres Heqî) ku 14’ê Mijdarê di operasyona rizgarkirina Şengalê re jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG’ê Yûsif Balkan (Ferman Bahoz) ku 16 Mijdarê li gundê Şêxler ê li rojavayê Kobanê jiyana xwe ji dest da, oxir bikin.
Girseyê darbestên her du cangoriyan wergirt, bi karwanekê berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê şervanên YPG û YPJ’ê merasîmeke leşkerî pêşkêş kirin. Li wir Fermandarê YPG’ê Serkan Kobanê axivî û got: "Şoreşên gelan di nav de şoreş Rojava jî bi gelek êrîşan re rû bi rû tên. Dîroka van şoreşan bi xwîna lehengên mîna Newres û Ferman û gelekî din hatiye nivîsandin."
Serkan Kobanê bal kişand ser îdîayên ku dibêje "Tenê pêşmergeyên PDK’ê Şengal rizgar kirine" û got: "Ev îdîa bi temamî ji rastiyê dûr e. Hêzên Kurdistanî Şengal rizgar kirin. Mînaka herî ber bi çav jî şehdadeta fermandar Newres bû. Wî li Çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê daye meşandin. Ji bo Şengalê biparêze hat û bi hemû vîna xwe li ber xwe da heta ku gihişt şehadetê."
Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Ayşe Afendî û li ser nave Yekîtiya Ciwanên Rojava jî Roçirav Kobanê axivîn û bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna ciwanan di nava şoreşa Rojava de.
Herî dawî li goristanê cenazeyên her du cangoriyan spartin axê.